ŞEHBA – Bi sedan endamên Tevgera Ciwanên Şoreşeger a Sûriyê ya herêma Efrînê li gundê Til Qirahê yê girêdayî navçeya El-Ehdas ya kantona Şehbayê meşiyan. Ciwanan meşale, wêneyên Rêberê Gelan Abdullah Ocalan, alên Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyê, Hêzên Sûriye Demokratîk û pankartên wekî “Ji çewisandin û înkarkirina gelê Sûriyê re êdî bes e”, “Nebin şirîkên dagirkeriya Tirk” û “Na ji faşîzm û dagirkeriya Erdogan re” hildan.
Ciwan li kolanên sereke yên gund meşiyan û sloganên silavkirina berxwedana Efrînê, Bakur û Rojhilatê Sûriyê û Hêzên Sûriye Demokratîk berz kirin, heya gihaştin Meclisa Malbatên Şehîdan.
Li ber meclisê piştî deqeya rêzgirtin daxuyanî bi zimanên kurdî ji hêla endamê Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyê Rizgar Hemo û bi zimanê erebî Elî Îsmaîl ve hatin xwendin.
Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku artêşa Tirk a dagirker bi hincetên ne rast dest bi êrişên xwe li dijî herêmê kirin. Lê piştî koçberkirina bi hezaran zarok û jinan û hedefgirtina sivîlan û bikaranîna çekên qedexekirî mîna fosforê berovajî wê diyar bû. ew sûcên şer in.
Di daxuyaniyê de ciwanan bang li saziyên têkildar kirin ku tevahiya sûcan belge bikin û bang li tevahiya aliyan kirin ku li hember qirkirina nijadî bi sekinin. Ciwanan gotin bi yekitiya gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê dê planên dagirkeriyê têk biçin.