“Civaka ku hevkariyê bide kiryarên Hîtlerekî din ji cinsê Erdogan, ew jî layîqî pesindayîneke wiha ne. Nifşkujî û tinekirina komên etnîkî di hêrişên wî de gotina yekê û dawiyê ne. Welatên rojavayî jî bi hemû îdiayên xwe yên li ser parastina demokrasiyê piştgîriyê didin Erdogan. Bêdengî li hemberî Hîtlereke din? Birastî ev tê çi wateyê? ‘Demorasiya Rojavayî’ di hemû dîroka hebûna xwe de ewqas bêpirensîb nebûye.
Qêrînên Mihemed!
Qêrînên te wisa bi êş û giran in ku careke din hewara 50 milyon kurdên bêdewlet anî bîra dîrokê.
Bila kerr bin guhên ku dengê te nebihîstine, kor bin çavên ku te nebînin, bimirin wijdanên ku banga te his nekirine…
Mezlûmiyeta miletekî tev di nêrîn û qêrînên te de xûyane Mihemedo lawo.
Nêrînên te yên tije tirs û hawarên te yên bêrawestan nivîsa li ser dîwarê zindana kampa mirinê ya bi navê Ausçwitz anî bîra min. Dema ku Naziyên cinayetkar yahûdî di tenûrên kîndariya xwe ya li dijî mirovahiyê dişewitandin, zarokekî beriya mirinê li ser dîwarê zindanê wiha nivîsîbû: “Ger Xwedayek hebe, divê ji bo lêborînê bikeve ber piyên min…”
Edward Munç (1863-1944) li ku ye ku bibîne vê carê ne sirûşt belkî mirov ji destê dîktatoran û bazirganên heywan ketine nale-nal û bi hemû dengê xwe hawar dikin û diqêrînin! Hingî wî yê wêneyê te bikira berhemekî mayînde di dîroka hunera cihanê de.
Di vê sedsalê de kurdbûn zêdetir ji sedsalên berê rastî astengiyan tê. Çimkî:
- Ger kurd bî û daxwaza mafên siyasî ên wekheviyê bikî, hingî tu terorîstî!
- Ger daxwaza mafê xwendinê bi zimanê zikmakî bikî, cudayîxwazî.
- Ger daxwaza azadiya çand û wêjeya xwe bikî, hingî dijminê şoreşê yî!
- Daxwaza her mafekî meşrû bikî encama wê werîsê îdamê, golebaran, şikence, kuştin û zindane.
Birastî kurd xwedî keramet, siyanet, sebir û necabeteke bêdawî ne ku dema bi eşkerehî rastî ewqas bêrêzî û binpêkirina amfên xwe yên yasayî tên, lê dîsa jî bersiva pêwîst nadine dijminên qedera xwe! Belkî sedema bindestiya sedan salan jî ev taybetmendî bin. Bajarvaniya dêrîn li ser axa Mezopotamiya û Kurdistanê yê wiha ji gorên hov û har re bibûya bersiv? Çima?
Vê rewşê ev gotina Dr. Qasimlo a pirwate anî bîra min: ”Ger kurdan û rêxistinên wan yên siyasî jî weke gelek miletên din karê teror û kiyarên terorîstî bikirana, yê dengê wan bêtir bihata bihîstin…, sûçê me ev e.”
Di vê rewşa ku îro bakur, rojava, başûr û rojhilatê Kurdistanê têde ne tevî hebûna partî û rêxistinên siyasî cihê susretê ye ku hêşta jî li Istembol, Enqere, Bexdad, Şam û Tehranê coyên xwînê bi rê neketine!
Cihê sosretê ye dema kurdên bakur dihêlin ku hemwelatiyên ewropî bêtirs diçin Antalya û Alanya û rojên dirêj hemama tava rojê digirin û li keyfa xwe dinêrin.
Dema ku sed kîmoletre wêdetir dewletên dagirker destê ciwanên kurd girêdidin, bi dû panzerên xwe ve dikişînin an jî wan tîrbaran dikin, belkî cinayetên ku tînin serê me encama necabet, sebir û bêxîretîyên me ne.
Van rojên reş ku êdî rêxistina UN bêdeng û saziyên mafê mirovan jî karekî nakin û cewherê hemû yasayên wan bêwatetiya xwe bêtir ji her carê radixin ber çavan, gelo rêyên li ber me kurdan çi ne? Hembêzkirina çiyayên bilind an şermezarî û sertewandineke din a sed salan. Ev bû bersiva wê xwîna ku kurdan ji bo rizgarkina mirovahî û aştiya li cihanê pêşkêş kirin. Bi ewqas bedelan re besiva cihanê çi bû? Gere kurdan rê li ber DAIŞ’ê vekirina ku xewa şevê li wan heram û welatên wan jî bibûna qada xwinrêjiyên bêrawestan?
Rêberên talanker!
Erdogan weke kesekî xwedî pirsgirêkên nava welatê xwe dema dikeve nava tengaviyan, rêya xelasiya xwe di kuştin û dagirkirina welatên din de peyda dike. Rêberên wan ji destpêkê heya roja îro weke Mogolan komkujî bi rêya dagîrkeriyê kirine karê xwe yê dîrokî û sereke. Li ser vê meremê jî çavê wan li başûr, rojhilat û rojavayê Kurdistanê ye. Peymana Mîsaqî Millî bi bîra hev tînin û axa di bin desthilatdariya Osmaniyan de weke axa xwe dibînin. Behsa peymana Luzan û sala 1923 û 2023’an dikin! Dîroka wan yek ji reştirîn rûpelên dîroka Rojhilata Navîn e ku ji destpêkê heya roja îro bi du rêbazên ‘komkujî û dagîrkeriyê’ re berdewam kirine. Geliyê Zîlan û kuştina 47.000 kesên bêtawan, fermana Dêrsimê û kuştina 60.000 kesan, dagîrkirina Efrînê û dehan tevkujiyên din yê rojekê berçêla wan bigirin. Rewşenbîrên wan piranî ne rewşenbîr belkî kesên neteweperest ji cinsê Neonaziyan e. Ragihandin bi rêxistina şerê rewanî rewşenbîran jî dixapîne. Mixabin em kurd jî di dubare kirina kêmasîyên xwe de gelek hostan e. Ji wê dîrokê û serbihûriyên tije êşa bindestiyê partî û rêberên kurdan dersekê hîn nebûne. Kurd weke gelekî yekgirtî tev yekin, lê mixabin partiyên siyasî li hemû Kurdistanê di axaftinê bêkêmasî lê di karê pratîk de du gotinên pêşiyan bi bîra me tînin: “Ez çiya tu çiya, golik ma bêgiya.”, “Hezar gotin û kiryarek…”
Dema em biyek nebin êdî çima zilhêzên berjewendperest sûd ji vê rewşa me nestînin. Yên ku weke Amerîka ji derî ketin hundir û ji şebekê derketin jî dîsa pirseke wiha anîn bîra me: “Gelo rêya çareseriya pirsgirêka kurd tenê di nava okyanusa xwîn û petrolê de gengaz e.”
Gelo tacirên weke Trump û koma wî dikarin qêrînên dîrokeke çend sed salî a tije daxwazên meşrû bibihîsin. Em kurd çima wiha rihet rastî tofana tunekirinê tên û encam jî tenê dibe nalîn û axînên bêbersiv? Ev çi terajêdiyên tehl in. Em kurd evîndarên Xwedayên paqijiyê û mezin bûne an miletekî nifirînkirî? Di xweştirîn û erdnigariya herî dewlemend, kevnar û xweş a cihanê de hatine dinê, lê rojekê jî xweşiyê rûyê xwe nîşanî me nedaye. Ger behsa daxwazên xwe yê sirîştî jî bikîn hezar navên xerap li ser me datînin.
Bêdengiya wijdanê!
Êrîşên Tirkiyeyê bi merema dagîrkirina rojavayê Kurdistanê bû sedema awarebûna sedan hezar kesan û pêleke bihêz a tirajediyên insanî bixwe re anîn. Ew dîmen li ber çavên her kesîne û pêre jî herkes behsa demokrasî û aştiyê dike! Bi komên terorîstî û radîkalên îslamî re hêrşî ser mal û jiyana kurdan dikin û navê vî karê xwe jî “Kaniya Aştiyê” datînin! Ji wê xeratir jî bêdengiya hinek kesên weke Nadiya Murad e ku qaşo wergira xelata Nobelê ye. Nadiya Murad di van rojên tije êş de li ku ye gelo?
Gelo wê keda kurdên Rojava û şervanên azadiyê ji bîr kir ka çawa hezaran kes ji kurdên êzidî li Şengalê ji destê DAIŞ’ê rizgar kirin?
Ma Nadiya nikare weke insanekê jî bangekê ji hemû wergirên xelata Nobel re bike ku li hemberî dagîrkeriya tirkên faşîst çalakiyekê bikin? Ger xwe kurd jî neheseibîne bila bi hemen zimanê DAIŞ’an anku erebî biaxive û binivîse.
Erkên li ber me!
Kesên ku ji mirîşkdiziyê li Efrînê heya şikandina derî û dizîna berûşên xelkê li Serêkaniyê dest bi karê xwe yê dagirkerî û talanê kirin yê çawa bikarin behsa bajarvanî û ketina nava Yekitiya Ewropayê bikin? Gelo kengî êriş bûne sedema çareseriya pirsgirên nava sinorên welatekî din? Bi karekî wiha re ew şerê bi DAIŞ û aştiya heyî li herêmê yê bikeve çi halî?
Rojava bi hemû azmun û rêbazên xwe yên demokratîk yê neyê tunekirin. Ew desthilat yê bimîne û destkeftên wê ger bêne înkarkirin lê yê li ser şopa xwe berdewam bin. Erkên ku niha dikevin ber milyonan kurdên nava sinorên Kurdistana mezin û diyasporayê giran û diyarkirina qederekê yê bixwe re bînin. Qedera şerê li rojavayê Kurdistanê bi sê faktorên jêr ve girêdayî ye:
- Awayê şer û berxwedana şervanên kurd li hemberî zextên giran ên artêşa duyê a NATO.
- Pêla mehkûmkirin û şermezariyên navnetewî û agehdarkirina raya giştî a cihanê li dijî kiryarên dewleta dagîrkera Tirkiyeyê.
- Di qada dîplomasiyê de zêdekirina zextên siyasî li welatên yekgirtî ên Amerîka li dijî Trump ku çirayê kesk ji karê dagîkeriya Erdogan re vêxist.
- Bêrawestan berdewamiya çalakiyan li welatên weke Almanya û hemû deverên ku kurd û alîgirên wan hene.
- Bi hemû rêbazan boykotkirina aborî û siyasî li dijî Tirkiyeyê.
Bila ji bîra kesî neçe ku bêdengî li hemberî Hîtlerekî din yê ziyan û zirarê bigehî hemû cihanê û pirensîbên demokasiyê bi bi her awayî yê bêne binpêkirin.
ÇAVKANÎ: e-rojname – Kakşar Oremar