KIEL – Li bajarê Elmanyaya Kiel derdora 150 çalakvan li pêşiya Hauptbahnhofê kom bûn ku nerazîbûna xwe hemberî êrîşên diktatorê faşîst Erdogan û çeteyên wî li ser Rojavayê Kurdistanê nîşan dan. Kurdistaniyan ji NY (netewên yekbûyî) û taybetî hikûmeta Elman daxwaz kir ku ew piştgirtiya gelê Rojava bikin û pêşiya siyaseta qirêj ê ku li ser Rojava tê meşandin bigrin.
Di çalakiyê de sloganên wekî “Bijî Berxwedana Rojava” hatin avêtin.