FRANKFÛRT – Bi dehan kes li Balefirgeha Frankfûrtê li ber gîşeyên şîrketeta rêya hewayî ya Tirk Turkîsh Aîrlînesê zincîra mirovan hate çêkirin. Di çalakiyê de pankartên bi nivîsa ku dagirkeriya Tirk şermezar dikin û destekê didin berxwedan Rojava hatin vekirin, karên li ber gişeyê hatin rawestandin.
Çalakgeran gelek peyamên “şer li vir dest pê dike”, Niha li vir Rojava biparêze” dan.
Çalakî li Termînal 1 Hall B’yê dest pê kir. Dema nûçe dihate hazirkirin çalakî dom dikir.