NAVENDA NÛÇEYAN – Di daxuyaniyê de hate gotin, “Her şerê ku faşîzma AKP-MHP’ê li dijî gelê me dike, her bombeya ku diavêje gelê me, em ê qat bi qat tola wê hilînin.”
Di daxuyaniyê de hate gotin, “Dewleta Tirk a faşîst ku di serî de li Rojava li her deverê êrîşî gelê me dike divê zanibe ku ti ji êrîşên wan ên hovane wê bêbersiv nemînin. Berpirsyariya me ye ku li her deverê li dijmin bixin ku ew dijmin her roj li Kurdistanê bombeyan dibarîne û çekên qedexekirî bi kar tîne. Em ê bersiva her bombeya li Kurdistanê tê teqandin li metropolên Tirkiyeyê nîşan bidin. Em ê li şewitandina Kurdistanê temaşe nekin. Em ê agir berdin bajar, mal, kargeh û wesayitên faşîstan.
Di nava 15 rojan de çalakiyên ku me kirin ji aliyê medya derewîn ve bi manîpulasyoneke mezin hate nixumandin. Di encama çalakiyên me de febrîqeyeke AKP’ê, bi dehan marketên BÎM û A-101, her wiha biryargeheke navenda nîjadperestan, 2 kargehên AKP’iyan û wesayiteke wan, li taxên faşîst û nokeran du trafoyên elektrîkê hatin îmhakirin.
Her wiha derb li du nuqteyên polîsan û du wesayitên zirxî û wesayiteke sivîl ên polîsan hate xistin. Di encama van çalakiyan de bi dehan polîsên dagirker birîndar bûn, lê hejmara polîsên mirin nehate tespîtkirin.”