NAVENDA NÛÇEYAN – Hevserokatiya Konseya Rêveber A KCK’ê ku daxuyaniyek nivîskî da, nerazîbûn nîşanda ku destpêkê bi peymana di navbera DYE û Tirkiye û piştre jî ya li gel Rûsya û Tirkiyeyê hatiye kirin vîna gelê Kurd li ber çavan nehatiye girtin. KCK’ê got: “Peymaên hatine kirin nayên qebûlkirin. Yên ku ev bêexlaqiya siyasî kirine dibin hevkarên qirkirina Kurdan. Hemû hêzên dibin hevkarên qirkirina DYE, Rûsya ên li ser Kurdan wê ji aliyê mirovahî û dîrokê ve bên darezandin.”
PEYMANÊN KU NEYÊN PEJIRANDIN HATIN KIRIN
KCK’ê ev got: “Lîstik û komployên li ser gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê tên kirin didomin. Destpêkê peymaên li gel DYE û niha jî li gel Rûsyayê hatin kirin peymanên qirkirin û dagirkirinê yên dewleta Tirk û vîna gelê Kurd li ber çavan nehatine girtin nayê qebûlkirin. Xwe dispêre siyaseteke bêexlaq û bê wijdan a mafê mirov û civakê diperçiqîne ye. Yên sûdê didin dijminahiya dewleta Tirk a li ser Kurdan, çi DYE, Rûsya û dewletên din Kurdan dikin qûrbanên berjewendiyên xwe. Yên ku dixwazin qira Kurdan bînin, tê wateya ku dewleta Tirk xistina cihên Kurdan e.
YÊN DIBIN HEVKARÊN QIRKIRINA KURDAN
Kurdan û gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li Rojhilata Navîn sîstemeke civakî, siyasî, demokratîk û aştiyane û aram li Rojhilata Navîn ava kiribû. Tevî vê êrîş kirin, bi vekirî dide nîşandan ku rû bi rû yê dijmineke çawa ne. Ev jî çavkaniya xwe ji dijminahiya delwelat Tirk a li Kurdan e. Erêkirina vê dijminahiya dewleta Tirk a li Kurdan bêexlaqiya siyasî ya herî qirê a dîroka cîhanê ye.Yên ev bêexlaqiya siyasî hevkariya qirkirina Kurdan dike. Yên ku ev bêexlaqiya siyasî kirine dibin hevkarên qirkirina Kurdan. Hemû hêzên dibin hevkarên qirkirina DYE, Rûsya ên li ser Kurdan wê ji aliyê mirovahî û dîrokê ve bên darezandin.”
‘HEMÛ GELÊN KU 2’YÊ MIJDARÊ PIŞTEVANIYÊ BIKIN SILAV DIKIN’
Hemû mirovhî û raya giştî ya demokratîk dît ku êrîşên qirker li ser gelê Kurd tê kirin. Ji ber vê hem li dijî êrîşên qirker ên dewleta Tirk û li dijî yên bûne hevkarên van êrîşan daketine qadan. Ev serhildan jî wê 2’yê Mijdarê li gelemperiya cîhanê pêk bê. Ji ber vê yekê hemû gel û hêzên demokratîk ên 2’yê Mijdarê ji bo piştevaniya Şoreşa Rojava û Bakurê Rojhilatê Sûriyeyê dakevin qadan bi rêzdarî silav dikin. Têkoşîna bi lehengî ya gelê Kurd dike û dîsa rabûna ser piya ya mirovahiyê wê dewleta Tirk a qirker û hevkarên wê bi teqez têk bibe.
PEYMANA DYE-TC’Ê KOMPLOYEKE KU TRÛMP RIZGAR KIRIYE
Peymana DYE û TC’ê , komployeke ku Serokê DYE’yê rizgar bike û dîsa komployeke ku li dijî gelê Kurd û gelên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ye.Rawestandian berxwedana QSD’ê ya ku desteka gelên cîhanê jê re çê bibû. Peymana Rûsya û TC’ê jî dijminahiya dewleta Tirk a li Kurdan bikar anî û Şoreşa Rojava tesfiye bike û sîstema demokratîk û azad ji holê rakirin bû. Kurd û gelên Bakurê Rojhilatê Sûriyeyê li ser bingehê lihevkirineke demokratîk dixwestin Sûriyeke demokratîk ava bike. Rûsya bi polîtîkaya xwe dewleta Tirk a dijminê Kurdan û gelên Sûriyeyê ji bo xistina Sûriyeyê bû. Çawa ku li Efrînê rê da qirkirina Kurdan a li Efrînê, niha jî lîstinkên dişibin wê li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê jî dilîzin.
DIDOME…/…