HANNOVER – Ciwanên Kurd îro di 25’ê meha Cotmehê de tevlî meşa tevgera ekolojîstan FFF (Fridays For Future) bûn. Di meşa ku li Hannoverê çêbû ciwanên Kurd axaftinekî li ser rewşa Rojava kirin. Ciwan bal kişandin li ser Şoreşa Rojava û paradigmaya Rêberê Gelan Ocalan. Heman demê de ciwan bin xet kirin ku aniha dewleta Tirk a qirker dixwaze hemû nirxên Rojava, wekî jiyana ekolojîk, wekhev û demokratîk bi dagirkirinê bin pê bike. Çalakvanên ekolojîst bi awayekî erenî nêzî axaftina ciwanan bûn.