SERÊKANIYÊ – Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê ku agirbest ji saeta yekê de pêk neanîn, di van kêliyan de bi çekên giran û bi kordîneya bi balafirên keşfê, êrîşî gundên Mirêkîs û Babil Xêr ên girêdayî navçeya Zirganê ya herêma Serêkaniyê dikin. Şervanên QSD’ê di çarçoveya parastina rewa de, bersiva êrîşan dan û şerekî giran rû dide.