HESEKÊ – Di encama topbarana artêşa Tirk û çeteyên wê yên Cebhet El-Nusra û DAIŞ`ê ji gundê Xirbet Qerac ê di navbera Til Temir û Serêkaniyê de şehîd bû. Artêşa Tirk a dagirker bi tank û tapavêjan êrişî gundê Xirbet Qerac dike.
Di encama topbaranê de welatiya ji pêkhateyên Ereb Xewla Xidir Deham(30) û dayîka 4 zarokan ne, şehîd bû. Cenazeya Xewla rakirin nexweşxaneya Lêgerîn a navçeya Til Temirê.