NAVENDA NÛÇEYAN – Navenda Çapemeniyê ya QSD’ê di daxuyaniya bîlançoya 24 saetên dawî de ev tişt diyar kir:
SERÊKANIYÊ
“Artêşa dagirker û komên çete yên di bin kontrola wan de li başûrê bajarê Serêkaniyê li gundên Menacir, Esediyê, Leylan û Bîr Nûh bi piştevaniya çekên giran û balafirên bê mirov êrîş birin ser çeperên şervanên me. Hêzên me di çarçoveya parastina rewa de bersiva hemû êrîşan dan û li herêmê şerên dijwar rû dan. Di encama şer de herî kêm 10 çete hatin kuştin, gelek dagirker birîndar bûn, panzerek û seyareyek doçkayê hatin rûxandin.
AMÛDÊ Û DIRBESIYÊ
Artêşa dagirker û komên çete êrîş birin ser gundê Derdara. Hêzên me bersiva êrîşan dan û êrîş hatin şikandin.
KOBANÎ Û EYN ÎSA
Artêşa dagirker û komên çete yên bi ser ve li gundên Çelbê, Dibis, gundewarên bakûrê Eyn Îsa, Xirbet Faria, Mitmeşrak û Evdikê Biçûk bi çekên giran û piştgiriya balafirên bê mirov êrîş birin li ser herêmên sîvîl û çeperên hêzên me. Hêzên me di çarçoveya parastina rewa de bersiva van êrîşan dan û li herêmê şerên giran qewimî.
Di encama bersivdana hêzên me de êrîş hatin şikandin û bi qasî ku hate zelalkirin 19 çeteyên artêşa dagirker hatin kuştin, gelek dagirker jî birîndar bûn. Dîsa li vê herêmê 2 panzer hatin rûxandin û derb li yekê hate xistin.
Di encama bersivdana hêzên me ya li dijî êrîşan bi kêmanî 29 çete hatin kuştin, gelek dagirker û çete hatin kuştin, 4 seyareyên leşkerî hatin rûxandin û derb li yekê hate xistin.
Di vê berxwedanê de hevalekî me bi lehengî şer kir û şehîd ket, 11 hevalên me birîndar bûn.”