GIRÊ SPÎ – Şevê din şervanên QSD’ê li gundên Mişêrfa Jorîn û Kefîfa yên girêdayî Girê Spî, bersiva êrîşên artêşa Tirk û çeteyên wê DAIŞ û El-Nusra dan. Di encamê de, 13 çete hatin kuştin. Çete ji tirsan ve, di saetên berbangê de, bi doçka û tangan derdora xwe topbaran kirin.
Îro jî artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê xwestin bi erebeyekê êrişî şervanên QSD’ê yên li gundê Evdiko yê Girê Spî bikin. Şervanan erebe teqandin, hejmareke çete hatin kuştin.