KOBANÊ – Berxwedana Cenga Rojava ya li dijî êrişên qirkirinê yên artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê bi hemû hêza xwe di roja 18’an de didome.
Li ser banga seferberiya giştî ya tevlêbûna nava refên berxwedanê, duh komek nû ya ciwanên Başûrê Kurdistanê ku ji 6 kesan pê dihat, gihiştin bajarê Kobanê da ku tev li refên berxwedanê bibin. Ciwanên Başûr ji bajarên Hewlêrê, Silêmaniyê, Gemiyan û Sengeserê ne.
Ciwanan li qada Jin Azad a bajarê Kobanê daxuyanî dan. Daxuyanî ji aliyê ciwanê bi navê Mihemed Rehîm ve hate dayîn. Rehîm bang li ciwanan kir ku tev li Berxwedana Cenga Rojava ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê bibin û got: “Binêrin zimanê me û çanda me yek e, sînor nikarin me ji hev qut bike. Dijmin êrişî kurderê Kurdistanê bike em ê li wê derê bin û şerê wan bikin. Tiştek navê xwe Kurdistana Rojava, an Kurdistana Başûr an Bakur nîne, tenê Kurdistan heye. Li ser vê yekê divê ciwanên Kurdistanê bikevin tevgerê û dagirkeriya Tirk rawestînin, ji bilî berxwedanê rêyek din nîne.”
Ciwanên dê beşdarî YPG‘ê bibin û li eniyên şer li hemberî dagirkeriya Tirk bisekinin.