HANNOVER – Li bajarê Hannoverê (Elmanya) gelê Kurdistanî bi hejmara 500 kesan daketin qadan. Êrîşên dewleta Tirk a faşîst û çeteyên wan ên hov li ser gelê Rojava hatin şermezarkirin û bi taybetî jî mijara meşê kampanyaya #WomenDefendRojava bû. Di axaftina tevgera jin ên Enternasyonlîst de revandina şervana jin a YPJê Çîçek Kobanê hat ser ziman. Çeteyên ereb ên girêdayî diktator Erdogan wê bi dîl girtine û jiyana wê ketiye xeteriyek mezin. Ji bo wê daxwaza wan piştgiriya dewletên navnetewî û NY bû ku pêşiya vê dagirkeriyê û qetlîama li ser Rojava were girtin.