HESEKÊ – Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê, hewl dan êrişî gundê Til Diyab a Serêkaniyê bikin. Şervanên QSD’ê hewldana êrişan têk bikirin û erebeyeke doçka û erebeyeke leşkerî ya cûreya Megzemin hatin teqandin û çeteyên têde jî hatin kuştin. Her wiha çete jî birîndar bûn.
Şervanên QSD û hêzên rejîma Sûriyê ku îro vê sibê gihîştin gund, bersiva êrişan didin. Li gorî agahiyan, leşkerekî rejîma Sûriyê birîndar bûye.