NAVENDA NÛÇEYAN – Endamê Komîteya Rêveber a PKK’ê Dûran Kalkan tevlî bernameya taybet a qenala Medya Haberê bû û lîstikên hêzên navneteweyî yên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê nirxand.
Kalkan diyar kir ku destpêkê DYE’yê piştre jî Rûsyayê bi Tirkiyeyê re li hev kirin û got, “Erdogan wê di 13’ê Mijdarê de careke din biçe DYE’yê. Di bingeha lihevkirina bi DYE û Rûsyayê re çi heye? Pejirandina dagirkirina Girê Spî û Serêkaniyê heye. Biryara derxistina hêzên parastinê yên Kurdan ji Kurdistanê heye. Ev yek tê çi wateyê? Tê wateya sirgûnkirin, tê wateya qirkirinê. Ti aliyekî vê yekê yê neyê fêhmkirin nîne. Lewma êrîşa dagirkerî û qirkeriyê ya dewleta Tirk tê pejirandin. Ya li Soçî jî bi heman rengî ye, ti cudahî di navbera wan de nîne. Peymana navbera Dewleta Tirk û Rûsyayê jî bi heman rengî ye, dagirkeriya Dewleta Tirk pejirandiye. DYE’yê got, ‘Ez radestî Rûsyayê dikim’. Bandora Rûsyayê hinekî zêde dibe, dibêjin ku wê bandora dewleta Sûriyeyê zêde bibe. Ji niha û pê ve dibe ku dewleta Sûriyeyê bi pêş ve biçe, lê belê aqûbeta rêveberiya Esad nediyare.
Lê belê pirs wiha ye; dagirkeriya TC’ê tê pejirandin, herêmên Cerablûs, Bab, Îdlib, Efrîn hatin pejirandin. Niha jî Girê Spî û Serêkaniyê tên pejirandin. Ji bo beşeke Kurdistanê dibêjin, ‘Em fêhm dikin ku Tirkiye ewlekariya xwe pêk tîne’. Başe dewleta Tirk li dijî kê ewlekariya xwe pêk tîne? Ev yek tê wê wateyê; dewleta Tirk di nava şer de ye, hûn jî di nava şer de ne, hûn jî tevlî bûne, hûn jî dipejirînin. Hêza ku li dij şer dike li holê ye. Bi vî rengî dinya hemû li şerê li Kurdistanê bûye xwedî. Eger hûn dagirkeriya dewleta Tirk dipejirînin, hingî DYE’yê leşkerê xwe şandibû wê deverê bila wan dagir bikira, Rûsyayê artêşa xwe şandibû wê deverê bila dagir bikira. Dagir nekirin, bi dewleta Tirk didin dagirkirin. Wê çi bînin serê Tirkiyeyê? Dewleta Tirk niha bi kar tînin, mîna El Qaîdeyê, mîna DAÎŞ’ê bi kar tînin. Nizanim ku piştre wê bi çi rengî bi kar bînin.
DAGIRKERIYA DEWLETA TIRK ENCAMEKE
Lê belê divê ev yek bê destnîşanikrin; dagirkeriya TC encameke. Xaka Sûriyeyê, yekparebûna xaka Sûriyeyê dagir kiriye, binpê kiriye, ev yek encameke. Lihevkirina DYE û TC’ê encameke, lihevkirina Rûsya TC’ê encameke. Komkujî hatin kirin, çekên kîmyewî hatin bikaranîn, li Girê Spî, li Serêkaniyê bi sedan mirov hatin qetilkirin, gazên kîmyewî hatin bikaranîn, êrîşên herî hovane hatin kirin. Lê belê ev hemû encameke. Çima bi vî rengî bû? Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê rêveberiya xweser heye, QSD heye, YPG û YPJ hene. Eger lihevkirin bên qebûlkirin hingî sedem ev in. Ji ber ku li gorî dewleta Tirk sedema dagirkeriyê rêveberiya xweser a demokratîk, hebûna Kurdan a li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ye. Eger ev lihevkirin bê pejirandin hingî hinceta Tirkiyeyê tê pejirandin.
Ewropa jê re dibêje dagirkerî ye, Emerîka dibêje şerê 200 salî ye. Eger bi vî rengî be hingî divê sedema wê baş bê destnîşankirin. Gelo hûn hinceta dewleta Tirk dipejirînin, hinceta Erdogan/Bahçelî dipejirînin, ya jî sedemeke xwe ya cuda heye? TC dagir dike, êrîş dike. Komkujiyan dike. Kê qetil dike, Kurdan qetil dike. Çima, xaka Sûriyeyê dagir kir û dibêje ‚ez alîgirê yekparebûna xaka Sûriyeyê me‘. Wê demê divê mirov sedema vê fêhm bikin. Sedema wê jî hebûna Kurdane. Bi rengekî eşkere dibêje, ‚teror‘. Li gorî zîhniyeta heyî ya dewleta Tirk ‚teror‘ û Kurd tên heman wateyê. Tê gotin ku pirsgirêk pirsgirêka yekparebûna xaka Sûriyeyê, desthilatdariya siyasî ya Sûriyeyê ye. Lê belê pirsgirêka bingehîn dewleta Tirke.
HÎTLERIYA NÛ TÊ KIRIN
Pirsgirêk pirsgirêka faşîzma AKP/MHP’ê ye. Yê ku dagir kiriye, komkujiyan dike, êrîşan dike dewleta Tirke. Pirsgirêk ewe. Gelo ji ber çi dike, ji ber dijminatiya xwe ya li Kurdan dike. Divê ev yek bi rengekî eşkere bê destnîşankirin. Dijminê Kurdan, Ermen, Asûr, Suryan, Rûm, jinê û gelan hemûyane. Yê li hemberî me Hîtleriyeke nû ye. Çawa ku di sedsala 20’an de Hîtler dijminatî li hemû nirxên li Ewropayê kir, di çaryeka destpêkê ya sedsala 21’ê de faşîzma AKP/MHP’ê heman dijminatiyê li nirxên Rojhilata Navîn dike. Divê ev rastî bê dîtin.”
Kalkan destnîşan kir ku di bingeha her tiştî de ew siyaset û zîhniyet heye ku dixwaze Kurdan tine bike û got, “Di serdema heyî de dîktatoriya faşîst a Erdogan/Bahçelî vê zîhniye tû siyasetê bi rengekî eşkere dimeşînin. Li her kesî vê yekê ferz dike. Dibêje ‚hûn ê li ser xeta min tevbigerin”.
DYA DEST JI PÎVANÊN WILSON BERDA DA PEY BÎRÊN PETROLÊ
Trump niha dibêje ku ev pirsgirêk pirsgirêka 2 sed salane, şereke ku dawî lê nayê, lewma nabe ku em tevlî bibin. Mebesta wî sedsalên 19 û 20’an. Pirsgirêkeke neteweyekê ye. Tu ji xwe re dibêje, ‘ez dewlet im, hêzeke super a global im. Ez ê sîstemeke nû ya dinyayê ava bikim’. Gelo sîstema nû ya dinyayê wiha bi vî rengî be? Polîtîkaya global wê bi vî rengî be. Tu dibêjî ez tevlî nabim, lê tişta ku tu eleqeya xwe pê nîne binpêkirin û qetilkirina Kurdan, Ereban, Tirkmenan a bi destê dewleta Tirke. Lê belê wekî din tu dibêje ‚ez ê bîrên petrolê biparêzim‘. Niha li DYE’yê nîqaş tên kirin. Dixwazim tiştekî bi bîr bixînim. Beriya sed salî pîvanên Wîlson hebûn. Pîvanên Serokê DYE’yê Woodrow Wîlson mafên neteweyan ên azadî, jiyana azad, xwerêvebirinê bûn. Rêveberiya Trump piştî sed salî li şûna pîvanên Wîlson dest bi bazirganiya petrolê kiriye. Li pey bîrên petrolê ye. Eger di nava civaka DYE’yê de wê nîqaşeke entellektuelî bê kirin divê di çarçoveya van pîvanan de bê kirin.”
‘PÎVANA DIYARKIRINA MAFÊ ÇARENÛSA XWE’
Kalkan her wiha bi bîr xist ku beriya sed salî afirînerên Şoreşa Cotmehê ya Yekîtiya Sowyetan ev pîvan hîn bi pêş xistin û got, “Pîvana mafê diyarkirina çarenûsa xwe ya neteweyan, pîvana rêvebirina xwe bi xwe Komarên Sowyetîk ava kir. Niha gelek netewe bi pêş ketin. Rûsya bi rastî jî li ser van nirxan bû xwedî hêza heyî. Gelo ev lihevkirin li peymana 22’ê Cotmehê tê? Pûtîn endamê berê yê KGB’ê bû, yek ji wan kadroyane ku ji aliyê Sowyetan ve hatiye perwerdekirin. Gelo mafê diyarkirina çarenûsa xwe ya neteweyan, rêvebirina xwe bi xwe ya neteweyan li ku ye? Bi rengekî eşkere Kurd tên qirkirin.”
‘DI REWŞEKÊ DE KU LI KURDISTANÊ QIRKIRIN HEYE, LI EWROPA Û ASYAYÊ DEMOKRASÎ NABE’
Kalkan bal kişand ser qirkirina Kurdan û got, “Kes nikare bêje li dinyayê kiryareke bi vî rengî li dijî Kurdan tê kirin, nexema mine. Çi bi Kurdan bê kirin wê li te jî bê kirin. Eger yek bê binpêkirin tu jî nikare azad be. Di rewşekê de ku Kurd tê qirkirin, Fransî, Rûs, Emerîkî, Ereb, Tirk nikare azad bin. Wê di nava zext û mêtingeriyeke girande bin. Li Kurdistanê qirkirin hebe li Ewropa, Asyayê demokrasî nabe. Bila kes xwe nexapîne. Rewşa heyî li pêş çavane. Azadiya Kurdan êdî ne tenê meseleya Kurdane. Meseleya her kesî ya demokrasî û azadiyê ye.”
‘TÊKOŞÎN WÊ BÊ XURTKIRIN’
Kalkan bal kişand ser têkoşîna demokrasî û azadiyê ya li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û got, “Di nava 10-15 salên dawî de karên serketî kirin, gelek dîktatorî têk birin. Ji bilî demokrasiyê tiştekî naxwazin. Em pê zanin ku wê bêhtir xwe zane bikin. Wê li tevahiya dinyayê belav bibin. Divê her kes bi vê zanibe. Yên xwedî zîhniyeta Erdogan-Bahçelî de eşkere bûn. Têkoşîna li Rojava, têkoşîna navbera Kurdan û faşîzma AKP/MHP’ê encamên eşkere afirand. Eşkere bû ku zîhniyet, siyaseta kê çi ye, ji bo nirxên mirovahiyê tê çi wateyê. Maskeyên li rûyê wan ketin xwarê. Pêvajoyeke gelekî girînge, rewşeke nû dest pê kir. Wê pêşketinên nû hebin, di encamê de jî wê pêşketinên mezin ên siyasî pêk werin. Têkoşîn wê xurtir bibe, wê bêhtir belav bibe û bidome.”
Şirovê 1