NAVENDA NÛÇEYAN – Li gorî îdîaya ku di medya Emerîkî de tê kirin, serçete DAIŞ’ê Ebûbekir El Bagdadî li Sûriyeyê di encama operasyonekê de hate kuştin. Fermandarê giştî yê QSD’ê Mazlum Ebdî jî li ser twîtera xwe got; ‘Di encama îstîxbarata hevpar a bi DYA’yê re operasyonek serkeftî û dîrokî bû.”
Serokê DYE’yê Donald Trump diyar kir ku wê di 27’ê Cotmehê de daxuyaniyeke ‘girîng’ bike û qenalên CNN û ABC jî li gorî agahiyên ji rayedarên payebilind wergirtî ragihandin ku El Bagdadî li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê di operasyoneke artêşa Emerîkî de mirî hatiye dîtin.
Daxuyaniyek jî ji fermandarê Giştî yê QSD’ê Mazlum Ebdî hat. Fermandarê QSD’ê Mazlum li ser twîtera xwe nivîsî û got; “Di encama îstîxbarata hevpar a bi DYA’yê re operasyonek serkeftî û dîrokî bû.”