NAVENDA NÛÇEYAN – Endamê Komîteya Rêveber a PKK’ê Duran Kalkan di Medya Haberê de, di bernameyeke taybet de têkilî rojevê nirxandinên girîng kir. Kalkan got, piştî êrîşa dewleta Tirk a li ser Rojava li çar parçeyên Kurdistanê û Ewropayê hemû Kurd rabûne ser piyan û got, “Ev 15 roj in li hemû deverên cihanê Kurd ji bo mafê xwe rabûne ser piyan. Bi dehan milyon mirov meş kirin, her kes Kurdan nas dike. Azadiyê ji Kurdan re dixwaze.
Kurd hemû li çar parçeyên Kurdistanê, li Ewropayê li ser piyan in. Bi qasî ku di dîrokê de nebûyî bûne xwedî dost. Di dîrokê de haya kesî ji Kurdan nebû. Bi komploya navnetewî ji Kurdan agahdar bûn, bi komkujiya Parîsê. Êrîşên li ser Rojava yên van 15 rojan ev rewş geştir kir. 1’ê Mijdarê Roja Cîhanê ya Kobanê bû, niha jî 2’yê Mijdarê wê bibe roja Cîhanê ya Rojava. 2’yê Mijdarê wê cîhan ji bo Rojava rabe ser piyan.”
Kalkan got, “Bi van êrîşên dagirker ên li ser Rojava faşîzma AKP-MHP’ê dixwaze temenê xwe dirêj bike, rojevê biguherîne. Erdogan jî, Trûmp jî ji bo polîtikaya navxwe dilîzîn. Dixwestin ku rojevê biguherînin û guhartin jî.”
Kalkan wiha domand: “Neteweyekê, civakekê qir dikin. Li cem wan yek du Kurd hene mîna nokeran wan bi kar tînin. Heke hinek divê ji deverinan werin qewirandin ew jî ew in. Heke wê hinek werin hilweşandin ew jî ew in. Bi şerê psîkolojîk dixwazin Kurdan bişikînin, bêhêvî bikin. Mêjiya civaka Kurd jehrî dikin. Dîktatoriya faşîst wiha dixwaze temenê xwe dirêj bike. Kes jî nabêje hûn kê tine dikin. Nîqaşa, ‘ev ne şer e?” hate kirin. Şer be çiye, ne şer be çiye.”
MAFÊ DEMOKATÎK Ê KURDAN JI HÊLA GELÊN CÎHANÊ VE DIBE REFERANDÛM
Kalkan piştî êrîşên dagirker ên li Rojava, Bakur-Rojhilatê Sûriyê bal kişande ser helwesta Kurdan, “Ev 15 roj in li hemû deverên cîhanê Kurd ji bo mafên xwe çalakiyan dikin. Bi dehan milyon mirov meş kirin. Her kes Kurdan nas dike. Azadiya Kurdan dixwazin. Bi deh hezaran gerîla çêbûne. Nizanim çend hezar şervanên QSD’ê hene. Li Başûr çend hezar şervan hene. Hemû Kurd li çar parçeyên Kurdistanê, li Ewropayê li ser piyan in. Bi qasî ku di dîrokê de nebûyî bûne xwedî dost. Di dîrokê de haya kesî ji Kurdan nebû. Bi komploya navnetewî ji Kkurdan agahdar bûn, bi komkujiya Parîsê. Êrîşên li ser Rojava yên van 15 rojan ev rewş geştir kir. 1’ê Mijdarê Roja Cîhanê ya Kobanê bû, niha jî 2’yê Mijdarê wê bibe roja Cîhanê ya Rojava. 2’yê Mijdarê wê cîhan ji bo Rojava rabe ser piyan.
Meseleya Kurd, mafên hebûn û azadiyê ya Kurdan, mafên demokratîk ên netewî li cîhanê dibe referandûm. Ji Emerîka, Ewropay, Asyayê şervan hene. Li dijî DAÎŞ’ê, TC’ê şer kirine û şehîd bûne. Ji gelên din jî bi 100’an şehîd hene.'”
TI DESTKEFTIYA ERDOGAN JI HEVDÎTINÊN DYE Û RÛSYAYÊ NÎN E
Kalkan bal kişande ser hevdîtinên Erdogan ên bi DYE û Rûsyayê re got, “Ti destkeftiya Erdogan ji hevdîtinên DYE û Rûsyayê nîne. Naxwe em ê li vê bipirsin, dagirkeriya Tirk dipejirînin? Wekî ku dagirkerî baş e, DYE kiribû, çima didin Tirkiyê? Rûsyayê jî karîbû vê bike. Wê hê bêhtir çi bînin serê Tirkiyê. Gelo wê çi ji vê TC’ê bikin, wê hê çi bînin serê Tirkiyê? Erdogan bi hişmendî û polîtîkayên berdest Tİrkiye bi kû ve bir? Dihate gotin dibin hendefan, feleketê, ji hindefan avêt, li nav bobelatê danî.”
‘ÇI BI SERÊ YÊ LI PEY HÎTLER HATIN’
Kalkan bi domdarî got, “Erdogan ji bo ku hinekî dî li qesrê bijî, ji bo ku biçe Soçiyê, Washîngtonê, ji bo ku li wir wê hevdîtinê bikin van dikin. Tenê ji bo ku egoya xwe tatmîn bike. Ev CHP ye, ev ÎYÎ Partî ye, edebiyata artêşa me ya millî, ya wetan millet, hemû tiştên pûç û beredayî ne. Yê li pêşberî te dîktator e, çi bi serê wan hat ku dane pey Hîtler? Yên ku li pey Hîtler diçin wê ti ferqa wan ji wan nebe. Dibêjin ji bo welatê me, ewlehiya me, çi ewlehiya te heye? Di dagirkirina Efrîn, Bab, Serêkaniyê, Cerablûs, Rojava, Kurdistanê de?”
TI NIRXÊ DIJBERIYA ŞER A PÛÇ Û VALA TINE
Kalkan bal kişande ser helwesta hin derdoran û got, “Meseleya hin hişmendiyan, têgihan heye. Nexasim nêzîkatiya li şer, aştî û berxwedanê. Ev bi şer re dîsa hate rojevê. Bi çarçoweya têkoşîna li Bakur jî ev zêdetir hate gotin. Li derdora me hin rewşenbîr, nivîskar, ramaneke wiha ya bê marîpişt hema li ser hev piv didin. Li ser vê mijarê divê em tiştekî rast bikin. Ango ti nirxê dijberiya şer û alîgiriya şer a nava wê pûç û vala tine. Dibêjin, em li dijî şer in, em ne alîgirê şer in, aştiyê dixwazin. Dixwazî lê aştî ne di dest te de ye. Bi hine din re dikarî bikî. Dikarî li dijî şer bî yê li pêşberî te ne li dij be, wê şer ferz bike û tine bibî. Te divê têra xwe bibêje li dijî şer im, tu yê têk biçî.”
Wiha nabe, dive ev were rastkirin. Em têtkoşînekê didin, têkoşîna azadiyê em didin. Mînak ez alîgirê têkoşîna azadiyême. Ez alîgire şerê şoreşger, ê gerîla me. Kurdan her tişt bi şer bi dest xistin. Gerîla bi şer, bi xeta gerîla bi ser ketin. Belê ramanên Rêber Apo, bîrewerkirina wî, pêşengiya Partiyê esa s e lê ev hemû bi gerîla û têkoşîna gerîla bûne xwedî gewde, rê li geşedanan vekir, bandor li ser civakê kir, jiyana azad heyi kir.
KURDAN HER TIŞT BI TÊKOŞÎNA GERÎLA BI DEST XISTIN
Kurdan her tişt bi têkoşîna gerîla bi dest xistin. Gerîla ev 40 sal in li ser piyan dihêle.Beriya wê jî heke li ser navê Kurdîtiyê tiştek hebe ev bi pêşemergeyan hebû. Ji bilî pêşmerge tiştek nebû. Li Rojhilat û Başûr jî. Heke li ser navê Kurdîtiyê nirxekî biçûk jî hebe ev jî pêşmerge ye. Niha jî li Bakur û Rojava ev bi gerîla bûn. Ev hişmendî nikare were tarîkirin. Li dijî dagirkeriyê be, li dijî şerê qirkirnie be, li dijî êrîşên faşîst be, li dijî terorê, komkujiyê, şerê neheqiyê be lê şerê azadiyê heye. Mînak jin şerê azadiyê didin, ev şerê xweparastinê ye.”
BI BEREVANIYA JI HÊLA HINE DÎ VE AZADÎ NABE
Kalkan her wiha got, “Bi parastina ji hêla hine dî ve azadî nabe. Azadî bi xweparastinê dibe, tenê yên ku ewlehiya xwe bi cih tînin, qeyîm dikin dikarin azad bibin. Heke ewlehiya xwe, parastina xwe radestî hine dî kiribe naxwe hêsîr ketiye. Tê maneya ku bi bin zexta wî de ye, koleyê wî ye. Ev çend zelal e. Ji ber vê bêyî parastinê û xweparastinê azaadî nabe.”
Kalkan her wiha got, “Em dibêjin hêlên neteweya demokratîk. 5 hêl, 10 hêl hene. Xweparastin ne hêlek e, hêla pêşî ye. Heke tu ewlehiya xwe bi cih neyînî, parastina xwe nekî, tu yê tine bibî, werî îmhakirin, bibî kole, nikarî azad bibî. Hebûn, azadî, bi ewlehiya xwe ve, bi xweparastinê ve têkildar e. Ango hişmendiya xweparastinê, rêxistiniya vê hewce ye.”
‘HER KES DIVE BIBE ŞERVANÊ AZADIYA XWE’
Endamê Komîteya Rêveber a PKK’ê Duran Kalkan bi domdarî got, “Bi qasî ku bikaribe parastina xwe bike mirovek, civakeke, neteweyek dikare azad bibe. Wekî dî azadî nabe. Ji ber vê jî divê em têkiliya azadî û ewlehiyê baş zanibin, divê em maneya xweparastinê baş zanibin.”
Kalkan got, “Tu li dijî şer î, belê, lê li dijî şerekî çawa? Li dijî şerê dagirker î. Divê alîgirê şerê azadiyê bî, her kes wê bibe şervanê azadiya xwe. Xwe bike şervanê azadiyê. Wê hinek nebêjin, şervanê azadiya min, heke hin şervanê te bin, wê ne azadiya te be. Naxwe te xwe kiriye kole. Ji bo ku azad bibî, divê bibî şervanê hebûn û azadiya xwe. Divê civaka me bi vê hişmendiyê be. Tiştên din derew in, xapînok in. Rêber Apo bi zelalî vegot, divê her kes xwe biparêze, got, yê ku dixwaze azad bibe, divê ewlehiya xwe pêk bîne.
DIVÊ EM HEBÛNA KURD BI ÇARÇOWEYA GIŞTÎ BIBÎNIN
Kalkan bal kişande ser êrîşên dewleta Tirk ên li ser Rojava, Başûr, Bakur û got, “Ne rast e ku mirov parçeyên Kurdistanê ji hev qut bibe. Mîna goşt û hestî ne, dibine yek.
Helbet divê mirov hêlên wan ên resen bibîne lê bi nêzîktêdayineke berteng mirov parçeyekî esas bigire û ji yên din qut bike ev ne rast e. Ji ber vê jî, divê hem hebûna Kurdan, azadiya wan bi çarçoweya giştî bibînin. Bi vê maneyê nêzîkatiyên berteng, parçeyî hene. Nêzîkatiyên berteng li ser têkoşîna leşkerî hene. Di helwesta îdeolojîk de qelsî hene. Bandorên lîberalîzmê hene. Ji ber vê, di mijara perwerdekirin, rêxistin û geşkirina xweparastinê de ya li ser gel em qels dimînin. Me qelsiyên xwe yên li ser helwesta leşkerî, geşkirina teknîk û taktîkê de qels man, me dît ku kêmasiyên me hene. Em ji bo ku vê ji holê rakin dixebitin. Ji bo me mijara rexnedayinê ye.”
JI ME RE KONGREYA NETEWÎ LAZIM E
Kalkan her wiha got, “Pratîkê ev nîşanî me da, ji bo ku em serfiraz bibin, heyî bibin û azad bibin divê em vê rewşa parçeyî li pey xwe bihêlin. Yekîtiya li ser xeta netewî. Niha mijarên wiha bi asta netewî, bi giringiya stratejîk têne rojevê, divê mekanîzmayên wiha hebin ku ev hema werin nîqaşkirin û biryarên hevpar li ser werin dayin. Ji me re Kongreya Netewî lazim e. Niha biryar têne standin, biryarên stratejîk. Li Başûr şer heye, ev rewşke pir stratejîk e. Li Başûr jî rewşên wiha hene.”
JI BO SERFIRAZIYÊ DIVÊ EM BIBIN YEK
Kalkan got divê mirov ji dîroka xwe dersê derxîne. Sedsala 20’an dabeşî parçeyan kirin, bû Bakur, Başûr û Rojhilat û domand, “Em bala xwe bidinê êrîşa li ser her parçeyî cihê cihê rêxistiniya wan kir. Li nav her parçeyî hişmendiya dijmin a li ser mintiqeyan bi plan û cihê êrîş anî. Go li Başûr Soran kirin du beş êrîş anîn, erîş anîn ser Behdînan, li Bakur êrîş anîn ser Amedê, cuda êrîşê birin ser Dersimê, Agirî ji Serhedê veqetandin, êrîş anîn se rRojava, Efrînê, niha jî Qamişlo vediqetîne, li Rojhilat jî wiha ye û got, “Dijmin dabeş dike û êrîşê tîne. Li dijî vê ji bo ku em serfiraz bibin, divê em bibin yek. Em vê bi zelalî dibînin.”
‘SERKETINA SEDSALA 21’Ê BI YEKÎTIYA DEMOKRATÎK A NETEWEYÎ DIBE’
Kalkan destnîşan kir ku divê siyaseta Kurd yekîtiya neteweyî, yekîtiya demokratîk pêk bîne û got, “Divê têkiliya navbera partiyan bê rêkûpêkkirin. Mijara herî girîng jî têkilî û tifaqa navbera rêveberên parçeyan, rêveberiyên Başûr, Rojava û KCK’ê ye. Divê Desteyeke Bilind, Kongreya Neteweyî bê avakirin ku ji pîvanên demokratîk ên neteweyî pêk were û her kes pê ve be. Dersa herî girîng a ku ji sedsalên 19 û 20’an bê derxistin wê bi vî rengî be. Parçebûna me zerar da me, wê demê serketina sedsala 21’ê bi yekîtiya demokratîk a neteweyî dibe.”
‘DIVÊ EM JI BO AZADIYÊ LI BER XWE BIDIN’
Kalkan destnîşan kir ku siyaseta Kurd wê yekîtiya xwe ya demokratîk xurtir bike, hêza xwe ya parastinê xurtir bike, têkoşîna xwe ya azadiyê mezintir bike û got, “Wê pêşengiyê ji mirovahiyê re bike û teqez bi ser bikeve. Rewşa heyî meşa li xeta serketinê ye. Ne peymana Enqereyê, ne lihevkirina Soçiyê ne jî hevdîtinên li Emerîkayê diyarker nînin. Ya diyarker sekna Kurdan û gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ye, yekîtî û berxwedana wane. Serketin wê ya wan be.”
https://www.nuceciwan34.com/ku/2019/10/27/duran-kalkan-akp-mhp-mina-hitler-dijmine-gelan-e/