NAVAENDA NÛÇEYAN – Tevî hevpeymana agirbestê hêj artêşa Tirk û çeteyên xwe yên Cebhet El-Nusra û DAIŞ li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê êrişan pêk tînin.
Li dijî gundên Serêkaniyê êrişên berfireh
Di roja 18`mîn ji êrişên artêşa Tirk ên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyê, hêj tevî agirbestê artêşa Tirk bi tank û topan êrişî gundê Dawudiyê yê Serêkaniyê dike û bi vê yekê agirbestê bipê dike. Her wiha artêşa Tirk û çeteyên xwe êrişî gundên Mirêkîs, Bab Xêr û Um Işbê yên navçeya Zirganê ya Serêkaniyê kir.
Ji ber vê yekê duh li derdora gundê Tewîla yê ku 10 km dûrî Til Temir dikeve û li ser rêya M4 a navdewletî de, di navbera şervanên QSD`ê û çeteyên Cebhet El-Nusra û DAIŞ`ê de şer rû da.
Di heman demê de artêşa Tirk û çeteyên xwe yên Cebhet El-Nusra û DAIŞ êrişî 5 gundên derdora Serêkaniyê kirin û şervanên QSD`ê bersiva vê yekê dan, li herêmê şer rû da û artêşa Tirk gundê Til Arîşê ku sivîl têde hene, topbaran kir.
Welatiya bi navê Xewla Xidir Deham(30)ku dayîka 4 zarokan e û ji pêkhateya Ereb e, di encama topbarana artêşa Tirk ji gundê gundê Xirbet Qirac re, şehîd bû.
Her wiha artêşa Tirk û çeteyên xwe yên Cebhet El-Nusra û DAIŞ`ê mayîn li gundê Azîziyê yê Serêkaniyê çandibûn, di encamê de bi welatiyê bi navê Mihemed Mistefa Zahir(21) teqiya û bi giranî birîndar bû.
Artêşa Tirk duh êrişî navçeya Zirganê ya Serêkaniyê kirin, di encamê de li gundê Esediyê welatiya bi navê Meryem Xelef Mihemed(55) û şervanê QSD`ê Mihemed Casim li gundê Mirêkîs ê navçeya Zirganê birîndar bûn.
Êrişên li dijî gundewarên Girê Spî û armanckirina sivîlan
Duh artêşa Tirk û çeteyên wê li kantona Girê Spî gule li pîrmêrê bi navê Eysa Xelîl(80) li gundê Ebû Heyê yê rojavayê Girê Spî rewşand û ew birîndar. Xelîl niha li nexweşxaneyê tê dermankirin.
Li gundê Meqtera yê Girê Spî welatiyekî sivîl ku birîndar bûbû, şervanên QSD`ê ew xelas kirin.
Di çarçoveya parastina rewa şervanên QSD`ê li herêmê, erebeyek artêşa Tirk li gundê Ebû Xiriza rûxandin, her wiha li gundê Evdiko erebeyek teqandin û 3 çeteyên artêşa Tirk di encama teqandina motorsîkekî li bajarokê Eyn Arûs ê bajarê Girê Spî de hatin kuştin.
Duh artêşa Tirk êrişî gundên Mişêrfa Jorîn û Kefîfa yên bajarê Girê Spî kirin, di encamê de li herêmê şer rû da û 13 çete hatin kuştin û çendên din birîndar bûn.
Kesên navdar û siyasetmedar banga rawestandina êrişên dewleta Tirk dikin
Gelek navdêrên cîhanê, hunermend, nivîskar, akademîsyen û rewşenbîr li dijî êrişên artêşa Tirk û çeteyên wê yên li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê derketin û gotin, armanca van êrişan qirkirin e, ji ber vê yekê banga rawestandina êrişan kirin.
Her wiha ajansa Reutersê ser zimanê lêpirsînêrê berê ya NY`yê Carla Del Ponte ragihand ku êrişên artêşa Tirk li dijî pîvanên navdewletî ne û li Sûriyê şer bi xwe re anî, divê dewleta Tirk der heqê sûcên şer de were cezakirin.
Her wiha duh Misir careke din li dijî êrişan derket û got, ev yek binpêkirina qanûnên navdewletî ye.
Destekdayîna gelê Başûr ji bo Rojava
Duh hejmarek ciwanên Başûrê gihaştin bajarê Kobanê û li dijî êrişên artêşa Tirk destek dan Berxwedana Rûmetê.
Her wiha kamyona alîkariyên mirovî ya ku şêniyên Başûrê Kurdisanê û rêxistinên sivîl ji Bakur û Rojhilatê Sûriyê re şandibûn, bi rêya deriyê Sêmalkayê gihaşt, Bakurê Sûriyê.