NAVENDA NÛÇEYAN – Fermandariya Giştî ya QSD’ê bi daxuyaniyeke nivîskî da zanîn ku hêzên wan wê li seranserê Bakûrê Sûriyê û Rojhilatê Sûriyê li herêmên dûrî sînorê Tirkiyê û Sûriyê xwe ji nû ve belav bike û li qadên nû bi cih dibe da ku ev êrîşên hovane û xwîna ku dirije werin sekinandin.
Daxuyaniya Fermandariya Giştî ya QSD’ê wiha ye:
“Piştî guftûgoyên berfireh li gel Federasyona Rûsya li ser hin xalên hevpeymanê ku me erê nedikir, bi armanca sekinandina êrîşên artêşa dagirker li ser gel û destkeftiyên herêmê, em gihîştin encama pêk anîna rêkeftina Sochi ya 22’ê Cotmeha 2019`an.
Hêzên Sûriya Demokratîk li seranserê Bakûrê Sûriyê û Rojhilatê Sûriyê li herêmên dûrî sînorê Tirkiyê û Sûriyê xwe ji nû ve belav dike û li qadên nû bi cîh dibe da ku ev êrîşên hovane û xwîna ku dirije werin sekinandin. Hêzên parastina sînor a hikûmeta navendî li van herêmên sînor tên bi cîhkirin.
Weke Hêzên Sûriya Demokratîk, li gel teqezkirina pêbendiya xwe ya parastina gel û destkeftiyên herêmê, em bang li Federasyona Rusya dikin ku bi erkên xwe rabe û di navbera Rêveberiya Xweser a Bakûr û Rojavayê Sûriyê û hikûmeta navendî ya Şamê de bingeha diyalogek çêker ava bike.”