BEHDÎNAN – Endama Konseya Serokatiya Giştî ya KCK’ê Sozdar Avesta ji radyoya Dengê Welat re axivî û nirxandinên girîng kir.
‘BI ÊRÎŞA DIJÎ ROJAVA XWESTIN KOMPLOYÊ NÛ BIKIN’
Avesta dagirkeriya dewleta Tirk li ser Bakûr û Rojhilata Sûrî, berxwedana gelê Kurd, di vê pêvajoyê de girîngiya yekbûyîna neteweyî şîrove kir û got, “Ez despêkê di şexsê rêheval Demhat Egît û Cemîl Amed de şehîdên pêngava berxwedana rûmetê ê Bakûr û Rojhilatê Sûrî hemû şehîdên tekoşîna azadiyê bi hurmet, bi rêzdarî bi bîrtînim, li ber bîranîna wan bejna xwe ditewînim. Soz û peymanê ku me daye şehîdan em ê daxwazê şehîdan û xeyalê wan ên li kurdistaneke azad, xweser, demokratîk û bi Rêbereke azad re em ê mîsoger bikin. Komployeke navdewletî di 9’ê cotmeha sala 1998’an de li ser Rêber Apo hate pêkanîn. Wê demê li Sûriyê xwestin pêvajoyekî ku niha pêş dixînin, xwestin pêk bînin. Tevgera azadî û Rêber Apo li Rojhilata Navîn ji bona xwe wekî sedemê mudaxalekirinekî li Sûrî nirxand. Wê demê jî dewleta faşîst a feraseta yekpare ya nîjadperest a dewleta Tirk careke din hêzên xwe li ser sînorê Sûriyê kom kir û zexta xwe li ser Sûrî û cîhanê da diyarkirin. Ew dem jî wusa anîn ser ziman ku ‘ger hûn Apo ji Sûrî dernexin emê mudaxaleyê Sûrî bikin’. Dê şerê Rojhilata Navîn ê sêyemîn wê demê destpê bikirabûya. Rêber Apo ew dem ev pêvajo nirxand, şîrove kir ji bo ku pêşî li mudaxalekirinekî li ser Sûriyê û tevahî gelên li Sûrî bigire fedakariyeke mezin kir. Ruxmê ku zanibû di encamê vê komployê de dibe ku xeteriyêkî mezin jî bêne pêşxistin. Lê Rêber Apo rîsk da ber çav û ji Sûrî derket. Bi derketina Rêber Apo êdî pêvajoyeke nû despêkir. Bazarên gemar dîsa di nava hêzên komploger de berdewam kirin û guftugo pêşxistin. Rêber Apo ji bo ku êdî li cîheke din nemîne, tekoşîna azadî pêşnexîne û tevahî êrîşa ku li ser gelan tê kirin pêşî lê bigire û gelan ber bi azadiyê ve nebe vê komplo bi şêwazekî dîlgirtî pêkanîn. Rêber Apo teslîmî dewleta tirk kirin. Rêber Apo wê demê nav lêkir got “dixwestin di şexsê PKK’ê û Rêbertiya PKK’ê de şerê cîhanê ya sêyemîn pêşxînin me pêşî li vî girt û em niha êdî dixwazin vê komployê temamî bin bixînin û vegerînin tekoşîna gelan ya azadiyê ku gel xwe azad bikin.” Di 2009’an de Rêber Apo şîroveyek kir got “kû me komplo bi îrada xwe, bi tekoşîna xwe, bi yekîtiya gelan me vala derxist. Lê dîsa jî tehlûke heye, vê vala derxistinê hîn komploger bin neketine û hewil didin careke din xwe rêxistin bikin û têkevin dewrê.” Em niha careke din dibînin ji ser komployê 21 sal derbas bû. Di salvegera 22’an de vê carê jî dewleta faşîst ya AKP-MHP’ê ya dîktator û em bêjin xwîn xwarê sed sala 21.mîn Erdoxan bi fermana wî êrîşeke berfirehî li seranserî Bakûr û Rojhilatê Sûrî hate despêkirin. Bi vê êrîşê helbet ku em dikarin vê bêjin, xwest careke din komployê nûjen bikin û hêzên ku di komployê de pişta wî girtine xwest vê carê dîsa hemûyan li gel xwe kombike. Dîsa jî bi gotinê ku ev êrîşa hovane ne li ser gelane li ser PKK’ê ye.Bi hinceta li wê derê PKK heye çawa ku di sala 1998’an de Rêbertiya me kir sedem vê carê jî dîsa xwest bi heman edebiyatê, bi heman gotina û bi heman zihniyetê vê pêvajoyê pêşbixîne. Lê vê carê êrîşa wî ya hovane wekî ku pilan kiribû û wekî ku xwestibû ev car gotinê wî cîhê xwe negirt. Ev êrîşa wî li berxwedaneke mezin qelibî, li nerazîbûneke giştî ya raya giştî qelibî, li berxwedana gela qelibî.Ji bona vî jî ew helwesta ku xwest ezê carekî din bi vê awayê komployê nûjen bikim û hêzên ku di kompoyê de cîh girtine ezê hemûyan dîsa li dora xwe kom bikim û ezê êdî vê xakê bi hemû awayî dagir bikim bi armanc nebû. Daxwaza xwe ev bû bi vî ferasetê û bi vî hişmendiyê kete rê û sedemeke 9’ê cotmehê despêkir jî ev bû.
‘HEWLDANEK JI BO QIRKIRINA KURDAN HEMÛYAN BÛ’
Heman demê êrîşa ku li Silêmaniyê pêkhatî bêguman beşekî ji vê ye, heman demê ev êrîşa li ser tevgera azadî û tevahî gelê azadîxwaz gelê Kurdistanê berdewame. Tevgera me bi salane ev pêvajo tespît kiriye û nav lê kiriye. Ev qirkirina tevahî kurda ye, ji bo deskeftiyê tevahî kurda ye. ji bona wî jî li kuderê tekoşîn bêdayin li wir dixwaze pêşî lê bigire û kurda qir bike. Şehadeta her du rêhavalê me yê ku li Silêmaniyê jî heman demê pêvajoya ku anha dixwazin ku pêş bixînin despêkê dixwazin bi vî rengî hem rêveberiya me lewaz bikin. Despêka vê jî dîsa di 2013’an de di 9’ê Çilê de, li ser sê jinê tekoşer ku di nav de damezînera partiya me rêheval Sakîne Cansiz jî hebû, heval Rojbîn û heval Leyla li Parîsê hatin qetilkirin. Heman demê dîsa di sala derbasbûyî de 2018’an li Şengalê êrîşek wusa hovane birin ser Şengalê pêşengê tekoşîna azadiyê û dîsa rêberê civaka Êzidî rêheval Mam Zekî Şengalî qetilkirin.Beriya niha bi demekî dîsa ev êrîşê xwe yê hovane girêdayî vê pêvajoyê li Qendîlê Endamê Konseya me rêheval Diyar Xerîb hate qetilkirin. Vana hemû bêguman esasê vê konsepta navdewletîne. Dewleta faşîst ya Tirk bi vî awayî li milekî pêşengên tevgera me hedef digire û li milekî jî dixwaze deskeftiyên ku hene jî hemûyan têk bibe. Bakûr û rojhilatê Sûrî weke ku tê zanîn ji 2011’an şûn de ew pêngava ku li Rojhilata Navîn pêşketin, gelên ku rabûne raperîna û xwestin êdî di Rojhilata Navîn de jî demokrasî pêş bikeve. Heman demê li Sûrî jî pêvajoyeke nû despêkir û bi gelê Sûrî jî xwestin pêvajoyeke wusa ji bona xwe pêkbînin û îktîdara ku li ser gela weke dibê kabûseke li ser gela rûniştiye xwest vaya pêk bibin. Hêzên navdewletî bi taybetî jî dixwazin di Rojhilata Navîn de xwe hakîm bikin û pergala xwe dibin rûniştandin Rojhilata Navîn di nava xwe de dabeş bikin. Van hêzan mudaxaleyê van pêvajoya kirin. Nehiştin vîna gelan bi ser bikev. Ruxmê vana hemû jî bi siyaseteke zanist, bi xeta sêyemîn bi paradîgma Rêber Apo gelê Bakûr û Rojhilatê Sûrî xwe rêxistin kirin. Ji Efrîn’ê heta Dêrik’ê sê kantonê xwe yê esasî ji destê rejimê rizgar kirin bê ku em bêjin şerekî navxweyî pêşbikeve, bê ku şerekî çekdarî pêşbikeve. Ji xwe xwepêşandanên demokratîk di nava hevsengiyekê de kantonê xwe pêşxistin. Heman demê di sala yekemîn ya şoreşa Bakûr û Rojhilatê Sûrî de dîsa di destê faşîst Erdoxan û dîsa yên hevalbendên wî hêzên tûndrew bi nave cephetil-nûsra, wek Elqaîde, ev selefiyê ku bi taybetî hatine amadekirin êrîşê wana dîsa li ser serê kaniyê pêşket. Di 2013’an de bi berxwedaneke mezin yê gelê Bakûr û Rojhilatê Sûrî bi qehremaniya mezin ya şervanên YPG-YPJ’ê ew pêvajo têk birin. Serê Kaniyê rizgar kirin û şoreş parastin. Li vê jî têr nebûn vê carê çi kirin? vê carê jî berê çeteyê Daîş’ê, ku çeteyên Daîş’ê li Rojhilata Navîn li Iraq, li Sûrî xistin hereketê û hedefa esasî jî dane ser deskeftiyê kurdan. Ev jî kî bû? Ev jî Erdoxan bû. Emîrê Daîş’ê Erdoxan e, mêjiyê Daîş’ê Erdoxan e, felsefa Daîş’ê Erdoxan e. Ji bona vî jî Daîş êrîşî ser deskeftî û vîna bakûr û rojhilatê Sûrî kir. Di 2014’an heta ku Newroza 2019’an de hem li Iraq’ê û hem jî li Sûrî di pêşengtiya şervanên azadiyê de, di pêşengtiya gelên azadîxwaz de û bi tevahî yekîtiya gelê bakûr û rojhilatê Sûrî li her du welata jî Daîş têk birin. Despêkê em bêjin Daîş ji Kerkûkê bigire heya Mexmûr, Şengal, Mûsil heya herî dawî li Dêyrazorê li Bahoz’ê hate fetisandin. Ji bo ku Daîş hate fetisandin emîrê Daîş’ê Erdoxan ev têkbirina Daîş’ê qebûl nekir, hazim nekir û heman demê tiştê ku ji Daîş’ê pêk nehanîbû û ji Daîş’ê mabû xwest vê carê jî êdî ew bike. Ev êrîşa ku niha ji 9’ê Cotmehê ve li ser bakûr û rojhilatê Sûrî despêkiriye ev temam kirina armanca wî yê ku bi destê Daîş’ê dixwest pêk bîne. Lê bi destê Daîş’ê pêk nehatin. Şervanên azadiyê QSD- YPG-YPJ’ê, gelê heremê vana têkbirin. Dîsa li Şengalê şervanên me wekî hêzên HPG YJA-Star û dîsa hêzên heremî yê wê qadê heta li Başûrê Kurdistanê pêşmerge hemû bi hev re Daîş li wê derê têkbirin. Careke din dixwazin van deskeftiya bi vî rengî hem tune bikin û hem jî qirkirina kurda êdî bi dawî bikin.”
‘HEVPEYMANÊN TÊN KIRIN ÎMZEKIRINA QIRKIRINA KURDANE’
Avesta, hevpeymanên ku tê kirin di navbera dewletan de nirxand û ev weke xeteriyekî bi nav kir û got “Îmzayê diavêjin binê qirkirina Kurdan.”
Avesta got, “Niha du hêzê sereke yê ku niha ji cîhanî de di şexsê wan de tê komkirin û di hêla leşkerî û pergalî de ê ku pêşengtiya van hêza dikin yek Emerîka, yek Rûsya ye. Emerîka di şerê li dijî Daîş’ê de ku çawa li Kobanê berxwedana mezin ya rûmetê li hemberî çeteyên Daîş’ê pêşket û şervana di Kobanê de bi rastî jî dîrok nivîsandin. Bi lehengiya xwe, bi tekoşîna xwe, bi vîna xwe û bi wê sekna bêhempa ku mirov gotina bi rastî jî jê re nabîne, ewqas berxwedanek bi rûmet bû, vaya pêşket.Wê demê di pêşengtiya Emerîka de hêzekî koalîsyonê hate tevgerkirin û mudaxaleyê vir kirin. Dîtin ku Daîş pir bi hovane ser civaka de diçe. Li Mûsil’ê bi taybetî jî li Şengalê ew qirkirina ku li ser civaka, civakên ku parastina çanda xwe dikin, parastina ola xwe dikin û civakê ku hejarin bi qirkirinê re rûbirû man û bi taybetî jî di bakûr û rojhilatê Sûrî de êdî Daîşwê xîlafeta xwe bi dawî bike. Van hêza mudaxalekî wusa kir. Mudaxalê wan helbet ku ji bona têkbirina Daîş’ê gelek cara hatiye şîrovekirin. Pêngaveke ji bo wê demê erênî bû. Lê van hêzana bi çekê xwe, bi balafirê xwe mudaxale kirin lê esasê xwe ê ku Daîş binxist vîna li ser erdê ê ku rûbirû, sîngbisîng tekoşîn dikir ev bûn. Herkes vê dizane. Ji bona vê 5 salê şerê li hemberî Daîş’ê de 11 hezar şehîd gelê bakûr û rojhilatê Sûrî dan, 25 hezar birîndar dan. Li Şengalê nêzî 10 hezar mirov hate dîlgirtin, bi hezara serê mirovan hate jêkirin. Hîna jî bi hezara jin, zarok, kal hîna girtîne û di destê çeteyên Daîş’ê de hîna nayên diyar kirin ku li kuderê ne. Ji bona vê hemû tola wana van şervana girtin. Ji bo vê jî di cîhanê de şervanê azadiyê hêzên QSD, YPG, YPJ’ê hezkirineke pir mezin derket holê û mirovahiyê hemû dît ku ev şer bi navê hemûyan tê kirin. Ger ku çeteyên Daîş’ê pêşî lê neyê girtin wê xeteriyeke mezin li ser cîhanê pêşbixînin. Li Parîs’ê bombe teqandin, li Bruksel’ê bombe teqandin, li Emerîkayê, li Îngiltere êrîşê xwe bi piştgiriya Erdoxan li nava Ewropa ev pêvajo pêşketin hêzê koalîsyonê jî xwestin pêşî li vî bigirin bi pêşengtiya Amerîka re mudaxale kirin. Ev heta asteke pêşket ji bona wê niha dema ku ev çeteyên Daîş’ê binketin û êdî hat ser masê ku careke din gel bibin xwedî mafê xwe û xwe bi xwe rêvebibin. Tenê li bakûr û rojhilatê Sûrî şerê çekdarî nehat dayîn, heman demê di bakûr û rojhilatê Sûrî de pergalek hate avakirin. Pergala ku gel hemû bi hevre jiyan bikin di nava yekparebûna axa Sûrî de. Ji Tebqa, Reqqa, Dêrazorê bigire hetanekî Dêrik, Serê kaniyê hemû awayî bi milyona gel di nava yek ferasetekê de sazîbûna xwe avakir, rêveberiya xwe ya xweser avakir, hêza xwe ya parastinê çêkir, destûra xwe avakir. Di nava yekparebûna axa Sûrî de xwedî parastina xwe be û viya pêş bixîne. Ji bo vî jî ji bona tevahî cîhanê bû weke hêviye ke nû. Her kesekî êdî tama mirovatiyê ji wir girt, di milê civakeke polîtîk û exlaqî de ji bo ku azadiya jinê û ew wekheviya ku di nava gela de hatiye avakirin. Şoreşa Rojavayê Kurdistanê bû weke modeleke sedsala 21.mîn ya mirovatiyê bi giştî bi vî rengî bû. Ev jî bala tevahî cîhanê dikişand û hemû jî li dora vî kom dibûn. Ji bona vê çikir? ji bo ku pêşî li vê şoreşê bigire faşîzma dewleta Tirk êrîşî Efrîn’ê kir. dema ku êrîşê Efrînê kir Rusya ji bona berjewendiyê xwe û ji bo ku bikaribe di heremê de zêdetir ew têde bimîne û li hemberî Emerîka pêşî lê bigire û ew reqabeta ku bi dehan sale di navbera van hêzê hegemonîk de heye. Rûsya pêşî li dewleta Tirk vekir û saha xwe ya balafira ji wan re vekir û nehişt ku di netewên yekbûyî de jî biryareke dinê derkeve.Çiqas biryar çû Netewên Yekbûyî Rûsya li pêşî bû asteng heta ku Efrîn bi desteka Rûsya û hevalbendê wî dewleta Tirk Efrîn dagir kir. Heman tişta ku bi Rûsya kirî ev car jî xwest bi destê Emerîka li bakûr û rojhilatê Sûrî bike. Ji bona vê ev saleke hertim dibêje ezê têkevim û ê ku nahêle ez têkevim Emerîka li pêşiya min astenge. Kî vana hemû bawer dike. Bazarê wan yê bi gemar hene. me dawî de jî dît Emerîka ew şerê li hemberî Daîş’ê de ku kirî esas keda mezin ya gelê wê derê bû, ya şervana bû.Xwestin li ser vê ew xwe hakim bikin. Dema dîtin gel dikeve pêş û şoreş tê çêkirin û di vî warî de êdî deskeftiyê gelan pêşdikevin dewleta Tirk êdî bê îzna Emerîka nekete bakûr û rojhilatê Sûrî. Xuya dike 9’ê Cotmehê dema ku êrîş kir berê wî bi rojekî Emerîka hêzê xwe yê li ser sînor hemû vekişandin, baregehê xwe dane paş û ji bo ku êrîşê hewa sahê jî ji wan re vekir û bi vî engî îcaze da dewleta Tirk ji bo ku were têkeve bakûr û rojhilatê Sûrî. Piştî ku viya çêkir êdî despêkê di nava raya giştî ya Emerîka de despêkir û li tevahî cîhanê êdî li hemberî vî biryarê bê exlaqî, li hemberî vê nêzîkbûna berjewendiya ku kurd ji xwe re û ji civaka ji xwe re dixe weke qurban ji bona wî jî neqebûlkirinderketin, nerazîbûn derketin. Qirkirin dewleta faşîst çêkirin. Bi hemû awayî êrîşa ku bi vî rengî kir di serî de gelê bakûr û rojhilatê Sûrî û dîsa raya giştî ku hemû li hemberî vaya derket. ji bo ku vê dagirkeriya xwe rawa bikin çi kirin?Vê carê weke gotî mutabaqatê ya li navbera Tirka û Emerîka de hate çêkirin. Rayedarê bakûr û rojhilatê Sûrî jî da diyarkirin. Fermandarê QSD’ê jî da diyarkirin, tenê em agirbestê qebûl dikin. Agirbest ne tişteke xirab e, însan neyêne qetilkirin, koçberî nê çêkirin bi dîyalog çareserî bê kirin ne xirab e. lê mutabaqata ku ê bi vî rengî dagirkeriya dewleta YTirk li wê derê rawa bikin helbet ku vaya rayedarê rojava jî gelê rojava jî red kir.Niha jî dibêjin em ji bilî agirbestê dixwazin ku di wê derê de dewleta Tirk ya dagirker rawa bikin û ew gela hemû ji wê derê koçber bikin û bi vî rengî mutabaqata wan ev e. Heman demê li ser vê carê jî spartine, Emerîka hêza xwe ji wir kişand û êdî erka xwe teslîmî Rûsya ki. Bila Rûsya bike, her du mutabaqat jî qasî ku em dişopînin û em tevahî aliyan jî gohdar dikin, tevgera me di vî warî de daxuyanî da.Gelê me her roj diaxive. Dîsa fermandeyên hêzên parastinê yê li bakûr û rojhilatê Sûrî ne diaxivin. Ev mutabaqatê wan mutabaqatê dagirkirina bi giştî bakûr û rojhilatê Sûrî ye, ya tune kirina kurda ye, ya qirkirina kurda ye. Ger ku vaya mîsoger bikin piştî wî jî wê sire were Başûrê Kurdistanê û heman demê jî dîsa di sedsala 21.mîn de Kurd nebine xwedî mafê xwe. Em vê di dîroka Kurdistanê de baş dizanin, em vê di dîroka Osmaniyan de baş dizanin. Em vê di dîroka komara Tirkiyê de baş dizanin ku di şerê cîhanê yê 1.mîn de bi milyona Ermenî qir kirin, koçber kirin û heta niha hemûyan tu komî ser hev bikî hêjmareke pir kêm Asûr, Sûryan, Ermen di vê xakê de mane. Heman demê bi eynî kanûnê taybet, tecîr û bi qirkirinê niha dîsa dixwazin sedsala 21.mîn ji bona berjewendiyê xwe ê navdewletî Kurda têxin qurban.Bazara gemar bi ser Kurda dikin û dixwazin bi vî rengî rewakirinekî dewleta Tirk jî çêkin. Ew hinek kesê ku bi vî rengî dîxwazin vê pêvajoyê bidin meşandin hene. lê bes ew hesabê wana ê ku li ser vê kirin xuyanî ye ku di emel de li sahê li hev nehat. Ew êrîşa wan hat li îrada şervanên azadiyê qelibî, yê hêzê berxwedêner xelibî û li raya giştî ya navdewletî tevahî qelibî û li ya gelê Kurd qelibî. Ji bona vî jî ê ku divê ji wir derkevin û ê ku divê ne diwirdebin despêkê hêzê Daîş’î ne, ê Selefî ne, ê Erdoxan û ewê ku bin navê artêşa netew ya Sûrî de ku av kiriye ew çete ne.Dibêkû ew bêne kişandin. Mutabaqat ger bê çêkirin divê ser van bê çêkirin.Bi vî rengî di bin navê hevdîtinan de û ev dema ku van mutabaqata ku çê jî kirine tu rayedarê Kurda têde nînin. Rêveberiya xweser têde nîne ya bakûr û rojhilatê Sûrî fermandeyê QSD’ê têde nînin. Bi xwe re rûniştine dewlet û li ser Kurda, li ser qaxiza mutabaqata çê dikin û bi desteka xwe yê NATO û dîsa yê netewê yekbûyî. Vana jî dixwazin bi van saziya jî fermî bikin û li ser vîna gelê Kurd, li ser heremê jî mîsoger bikin. Ji bona vî jî ev mûtabaqat bi vî rengî elbete ku nayêne qebûlkirin û ger ku qebûlkirina vana bê çêkirin wekî ku ew dixwazin ewdem tiştek destkeftî namîne. Îmzayê dawêjin binya qirkirina li ser Kurda ku bê berdewamkirin.”
‘BERXWEDANA BAKUR Û ROJHILATÊ SÛRIYEYÊ BÛYE HÊVIYA JIN Û GELAN’
Sozdar Avesta nerazîbûn û çalakiyên li dijî dagirkeriya Dewleta Faşîst a Tirkîyê nirxand û balkişand li ser gerdûnîbûna Şoreşa Rojava û got “berxwedana Bakûr û Rojhilata Sûrî bûye heviya jin û gelan” û heman demê de daxwiyaniyên saziyên navdewletî şîrove kir û got “Helwesta van saziyan ne ku şêwaza vê dagirkeriyê bigûherin divê wî di bingehîn de çareser bikin” li ser van xalan nirxandinê xwe wusa berdewam kir;
“Hêzên demokrasiyê, hêzên rastî ku damarekî wîcdanî pêra maye di serî de gelê cihanê ji 9’ê Cotmehê vir de li dora berxwedana rûmetê li Bakûr û Rojhilata Sûrî kom bûne, em vê berxwedana mezin ku ev jî bi vina gelê Kurdistanê ye. Ji parzemîna Afrîqa bigre heta Emerîqa, ji Asya Navîn bigre heta Ewrupa, ji rojhilata Navîn bigre heya Kurdistanê bi mîlyona gel bi pêşengtiya gelê Kurdistanê de nerazibûna xwe nîşan dan û hîna jî di kolanan de ne. Ez destpêkê vê vîna mezin silav dikim. Vê tekoşîna gelên di pêşengtîya gelê Rojhilata Navîn û taybetî gelê Bakûr û Rojhilata Sûrî de pêşketiye pîroz dikim. Ê ku dagirkerîyê têk bibe dê ev vîn be. Ev car deng tenê ji gelan na ji dewletan jî derket. wekî demê Afrînê nebû. Ev jî tiştekî wusa raber dike ku şoreşa Bakûr û Rojhilata Sûrî bûye heviya tevahîya gelan. Bûye hevîya jinan. Ew qehremanên Daîş têkbirin neyên qetilkirin bi rastî jî gel rabûne ser pîyan. Ev rastî jî zext li ser dewletan dikin. Lê bes dewletên wekî yekitiya Ewrupa, wekî Senatoya Emerîqa, wekî Konseya Ewrupa û Nato gelek nîqaş têne kirin. Tiştên dibêjin milê rast jî hene lê bes vînekî dernaxînin holê, biryaran dernaxînin holê. li ser dewleta Tirk nabin hêza bi bandor ku dewleta Tirk xwe ji ser axa Bakûr û Rojhilata Sûrî bikşîne û dewleta Tirk bi awayekî giran bê cezakirin ku nikaribe carekî din van êrîşê faşîzane li ser gelan pêk nêyne. Ji bo na vê ew helwest û kongre konferansa dikin bêgûman nebêwate ne. Gel wana mecbûr dihêlin ku bên ser masê lê berjewendiyên wan nahêle biryar derkeve. Ev dû carin Netewên Yekbûyî kom bû lê Amerîqa û Rusya nehişt ku biryarekî şermezarkirinê jî derkeve. NATO ev dû rojin di civînekî de ne, ew jî bi şêwazekî dixwazin dewleta Tirk re qilifekî bêyda bikin. Herkesek dixwazin li dewleta Tirk Kirasekî lêkin. Ji xwe di rastîyê de qebûldikin. Amerîqa bi mutabaqatê xwe qabûl kir heta astekî, pişre teslîmê Rusya kir ewcar Rusya kirasekî lêkir niha jî NATO dixwazeke li gor xwe hinek xala li ser zêde bike. Ya rastî hemû jî vê dagirkerîyê rewa dikin. Helwesta van saziyan ne ku şêwaza vê dagirkeriyê bigûherin divê wî di bingehîn de çareser bikin. Çareseriya vê yekê çiye? Divê dewleta Tirk li ser axa Sûrî derkeve û hêzên navdewletî divê xwe bikin wek hêzekî garantor cavdêriyan avabikin. Pirsgirêka gelê Kurdistanê û gelê di heremê de jiyan dikin di nava yekparebûna Sûrî de bê çareserkirin. Helwestên derva mijarên rexnekirinê ne. Bi van daxwiyaniyên xwe dixwazin hêrs û vîna gelan bişkînin. Nerazîbûn û dengên ku ji bo vê dagirkerîyê derdikevin ji bo ku vana bêdeng bikin dibêjin vaye em tên gel hev û emê çareser bikin. Raya giştî dixwazin bêdeng bikin û hêdî hêdî vê dagirkeriyê rewa bikin. Ji xwe agirbest jî hîn pêknehatiye. Erê li ser qaxiz heye lê em dibînin ku berxwedanekî bêhempa li Grê Spî heya Tiltemir gundewarê Serêkanîyê de heye. Êrîşên mezin pêk tîne, çekên qedexe pêk tîne. Ji bo na vê jî divê kesekî şaş nêzîk nebe. Ev pêvajo hîn jî berdewame. Ev hêzên ku NATO û saziyên Navdewletî divê nebin nigekî vê dagirkeriyê. Ger ku dixwazin pêşî vê faşîzmê bigrin û faşîzm dê sibê jî êrîşê wan bike divê biryarên wan hîn zêdetir radiqal be û pêşî vê faşîzmê bigrin. Pişgiriya gelan bi rastî jî pîroze. Di şerê cîhanê a 1.mîn û ya 2.mîn de jî Kurd bûbûn qurban. Pişgiriya Kurdan di derva de nedihat naskirin. Kurd nerêxistinkirî bûn û di nava xwe de yekitiyekî Kurdan tûnebû. Niha em dibînin ew hêrsa ku niha derketiye li ser felsefe û paradigmayê Rêber Apo ku 45 salin xwe li ser vê rastiyê sazkiriye û rêxistin kiriye de derdikeve holê. Kurd ne Kurdên berê ne, ne ya sedsala 19. Ango 20.mîn nînin. Ji bo na vê jî ev qirkirina ku niha dixwazin pêk bînin nikarin wekî sedsala 20.mîn nêz bibin. Êdî li pêşiya dagirkeriyê hêzekî rêxistinkirî heye, hêzekî xwedî fikir û felsefe heye, xwedî pergal heye. Kurd dê bersiva van êrîş û neqebûlkirinan bidin û nehêlin ku ev kes bigihijin armancên xwe.”
‘BERXWEDANA HEYÎ DIVÊ BI YEKBÛNA SIYASÎ BÊ TACÎDARKIRIN’
Avesta, berxwedan û çalakiyên li çar parçên Kurdistanê nirxand û di serî de berxwedana gelan a Bakûr û Rojhilata Sûrî pîroz kir û got “ Ev berxwedana ku derdikeve holê divê bi yekbûnekî siyasî bê tacîdarkirin”;
“Ez xwedî derketina rûmeta xwe ji Rojhilatê Kurdistan heya Başûr, ji Rojavayê Kurdistanê heya bakûr û lî dervayî welat û li Rojhilata Navîn rabûnên gelê Kurd silav dikim. Cara yekem bû di dîroka Kurdistanê de ev yekbûn di komploya navdewletî ku li hemberî Rêberê Gelê Kurd de derket hatibû raberkirin. Di 15 Sibatê li hemberî Rêbertiyê me Komplo dema pêk hat rabûnekî mezin çêbû. Rojhilatê Kurdistanê ji bo vê rastiyê mînak e. ji çar parçên Kurdistanê bigre heya dervayî welat ji kala bigre heya ciwanan ji keçan bigre heya kuran agir berdan laşê xwe û hêrsa xwe kirin yek. Niha jî em dibînin 9’ê Cotmehê dîsa heman êş bi gelê me dane jiyankirin. Gelê me hîn komplo ji bîr nekiri bû. Xwesteka dijmin ku nikarîbûn bi komployê pêkbînin niha heman şêwazê li ser gelê Kurd ve tên. Gelê Kurd jî bi heman hêrsa mezin dîsa li hemberî vê sekinî. Ev yekbûn ji bo gelê Kurd bingehekî ava kiriye. Gelê Kurd di sekin û berxwedana xwe de xwestekê xwe pir eşkere dide. Dibêje ku em yekitiya xwe ava nekin emê tûne bibin. Divê ev êrîş sibê li ser Başûrê Kurdistanê be jî. Kî li ser Başûrê Kurdistanê jî kirin. 2017’a di 9’. Cotmehê de Erdoxan û hevalbendên wî raferandûmê ku li Başûr hate çêkirin qebûl nekirin û êrîşê Iraqê li ser heremê çêbû. Ji bo vê şekna gelê me pir giringê û ev sekin bandor li hemû cihanê dike. Bandora siyaseta navdewletî dike. Ev rastî dihêle ku partiyên siyasî di hêla stratejîk de biryaran bidin. KNK komcivina xwe ya 19.mîn çêkir û biryarên giring girtin. Li Başûrê Kurdistanê helwesta gelê me pîroz bû û heman demê de sekna partiyên siyasî bi vî rengî vînekî derxist holê. li bakûrê Kurdistanê ji xwe faşîzm bênavber berdewam dike. Siyaseta qirkirinê bi hemû awayî berdewam dike û li hemberî vê gelê me bi vîn û fikra xwe bi tekoşînê re ye. Li gor derfetê xwe di tevgerê de ye. Divê peyamê ku gelê me daye me em baş bixwînin. Hemû rêxistinên Kurd divê baş bixwînin û rojek beriya rojekî dereng nemînin û divê vîna xwe hevbeş bikin. Bi kombûnekî netewî divê vînekî sîyasî, vînekî parastinê derxînin û li hemberî cîhanê êdî xwe bi yekpareyî bidin diyarkirin. Divê ku di nava partiyên Kurd de neyekbûn jî hebe, wekhev fikirandin divê ku çûdabin lê divê van cûdahiyan nebe asteng li hemberî yekîtiya Kurdan. Ji bo na vê divê herkesek nakokiyên ku hene bidin milekî û yekitiya xwe xwedî derkeve. Ev berxwedana ku derdikeve holê divê bi yekbûnekî siyasî bê tacîdarkirin. Em jî wekî KCK’ê û wekî PKK’ê ji vê re amade ne. Bi sala ne em li ser vê kar dikin. Rêber APO daxwîyanî dane, mane şandiye. Perspektîfa kongra netewî daye. Divê ev yek dereng nemîne û pêngavê pêwist bê avêtin. Di milekî ev xebat bên kirin û di milekî jî ev qirkirina ku li ser civaka me pêktê li hemberî vê tekoşîn bê mezinkirin. Ciwanê Başûrê Kurdistanê qefle bi qefle berê xwe didin Rojavayê Kurdistanê û ev pir pîroze. Ji bo gelê Bakûr û Rojhilata Sûrî kampanya destpêkirine û li hemberî tirkî poykot tê pêşxistin. Divê ne tenê li başûrê kurdistanê li dervayî welat û li welat tiştên ku feydê dide dewleta Tirk bên boykot kirin. Gelê me divê êdî bi helwesta xwe dewleta dagirkeriyê bide fetisandin. Helwest di vê de pîroze taybet sekna jin pir giringe. Jin û ciwan bi rastî jî pêşengtiya vê pêvajoyê dikin. Ew dayikên me yê birûmet ku her yekî dibêje min sê zarok dane, min çar zarok dane lê dîsa jî ezê rûmeta xwe biparêzim. Ew çekên ku hatine qedexekiri li ser çiyayê Kurdistanê bi sala ne li ser gerîlayê Kurdistanê bi kar tîne û îro heman şêwazê li ser zarokên me bikar tîne. Li hemberî vê gelê Kurdistanê berxwedanekî mezin dike û divê yekitiya netewî çawa ku di qadê de pêk hatiye divê di qada siyasî de jî bê misogerkirin.”
Endama Konseya Serokatîya Giştî Avesta, tekoşîn û sekna jin nirxand û giringiya vîna jin di heremê û cîhanê de danî holê. Di mijara jin de nêzîkatiya dijmin a hovane li ser şehîdên tekoşînê ku bi dîmen belav dikin şermezar kir û balkişand li ser mîrateya Berîtan û Zîlanan û gotinên xwe wusa berdewam kir;
“Tekoşîna di pêşengtiya Berîtan û Zîlanan de heya roja îro hatiye tenê jinên Kurdistanê ango Rojhilata Navîn na bûye tevahî bîr û baweriya cîhanê. Ez bi minasebeta salvegera 27.mîn ya şahadeta rêheval Gûlnaz Karataş Berîtan di sexsê wê de şehidên tekoşîna azadiya Kurdistanê û tevahî şehîdên leheng jinên qehreman bi bîr tînim. Niha tekoşîna li Bakûr û Rojhilata Sûrî ku di sexsê jin de dide nîşandan ku çawa xeta Berîtanan di van cihan de xwe bi rêxistin kiriye û çawa bûye rihê berxwedanê nîşan dide. Çawa ku rêheval Berîtan di sala 1992’an de bi hevkeriya hevalbendên Tirk ku êrîşê tevgera me kirin û xwestin tevgera me tasfîye bikin hevala Berîtan xiyanet binxist. Teslîmkarî qebûlnekir û xeta berxwedanê hilbijard. Di sexsê hevala Berîtan de artêşbûna jin hate pêşxistin. Li ser vê vînê, li ser vê zanebûnê îro şervanên yekîniyên parastina jin YPJ tekoşîna xwe li hemberî çetê Daîşê û li hemberî hemû dagirkeriya ku li ser axa wê tê kirin û li ser bedena wê têkirin bersiva vê dide. YJA-Star li ser vê xeta di hemû qadan di nava berxwedanekî de ye. Ev êrîşên ku hovale tê kirin ne nû ne. Faşîzm hişmendiyekî xwe yê wusa heye ku dibêje tu ger dixwaze tekoşîna gela binbixinî divê destpêkê tû jin qetil bikî. Ev jî beşekî ji komploye. Komploya ku li ser Rêber Apo pêkanîn sedemeke wî ya esasî jî xeta azadiyê jînê bû. Ji bo na vê qetilkirina rêheval Hevrîn Xelef Sekretera Partiya Pêşeroja Sûrî hêrsekî mezin di jinan de çêkir. Heman demê dîsa heval Amara Kubanê çawa ku di êrîşê de şehîd dikeve destdirêjiya bê exlap, kemar û faşîzan bêşdixînîn. Heman tişt li Afrînê li Ser bedena hevala Barîn Kubanî de dîsa pêkanîn. Di berxwedana rêvebiriya xweser Bakûrê Kurdistanê de li ser bedena rêheval Ekîn Wan pêkanîn. Ev bi sala ne vê hovîtiyê pêktînin. Ev ji belengaziya wan, ji bê çarasertiya wan pêk tê. ku bi vî rengî dîsa dixwazin jin têk bibin û wê bixin nava çar dîwaran û bin çarşefên reş xin. Dibêjin hûn bûn ku we tola jinên Êzîdî rakir. Hûn bûn we çû xîlafeta Daîşê binxist. Bi vî rengî tola xwe dixwazin bigrin. Lê ev yek hîn zêdetir tola jina mezin dike û tekoşîna jinê watedar dike. Ev nêzîkatî dihêle ku li derdora jin de kombûnên mezin çêbibin. Ji bo na vê ez dibêjim kî xeta berîtan anha li Bakûr û Rojhilata Sûrî jiyan dike. Ev berxwedan azad dike, xweşîk dike û serdixîne. Ji bilî berxwedanê misogertiya destkeftiyan nayê çêkirin.”
‘BI RUHÊ ARÎN Û AVESTAYAN BERÊ XWE BIDIN QADA TÊKOŞÎNÊ’
Sozdar Avesta herî dawî bang kir ku divê di serî de ciwanên Kurdistanê bi rihê Arîn û Avestayan berê xwe bidin qadên tekoşînê û van peyaman da;
“Bi rastî jî gelê me û dostê gelê me li ser pîyanê û tekoşîna xwe berdewam dikin. Divê kî hevpeymanê ku li derve tê çêkirin dûdilî çêneke, sistahiyekî çêneke. Komplo mezine, planekî navdewetî a mezin heye. Hevalbendê xwe heya niha tam çênekirine lê hewldanê van de ne. Ji bo na vê ev çalakiyên ku niha di tevahî cîhanê destpêkirine berdewam bikin. Berxwedan serdixîne. Li derdora koma berxwedanê divê kombûn hîn mestir çêbibin. Bi vî awayî keç û xortên Kurdistanî, ê enternasyonal, ê çepger, ê azadixwaz çawa ku bi rihê berxwedana Kubanî bi seferberiyê berê xwe dan wir û Kubanî ji çeteyan azad kirin, hevîya gelan mezin kirin bi berxwedana salan û bi rihê Arînan, Avestayan di nava vê berxwedanê cihê xwe bigrin. Divê berê xwe bidin berxwedanê. Di heman demê de 1’ê Mijdarê 2014 roja Kubanî hatibû îlankirin. Niha di çapemenîyê de 2’yê Mijdarê roja cîhanî a Rojava ye. Ev jî tevahî cihê ku mirovahî tê de jiyan dike divê ew roj jiyan bê rawestandin û gel hemû li dora vê berxwedana mezin kom bibe. Ev jî dê ked û xebatê gelê Kurdistanê pêk were. Gelê Kurdistanê kur dibe bila bibe 2’yê Mijdarê roja cîhanê ya Rojava bikin roja azadiya tevahî a gela. Her wusa ji bo yekitiya netewî tevgera me bang kir. Pêvajoyekî giringe, pêvajoyekî man û nemanê ye. Hebûn û tûnebûna gelê Kurd li ser bazara ye. Divê kesek di malên xwe de nemîne û divê bi hemû awayî di seferberlîkekî de bin. Herkes çi dikeve ser milê wî/wê ji hêza xwe zêdetir li hemberî van êrîşên faşîzane raweste û li derdora hêza parastinê hêza QSD, YPJ, YPG xwe kom bike. Bi vîna biryara rêveberiya xweser yekbûnekî xwe bide çêkirin û vê faşîzmê têk bibe. Bi Afrînê dest bi êrîşê xwe kirinû 9’ê Cotmehê li ser Bakûr û Rojhilata Sûrî êrîşê xwe pêkanîn ku anha Grê Spî û Serê Kanîyê hatiye dagirkirin divê heya Faşîzma Erdoxan û Çeteyên wî li ser vê xakê dernekeve, heya ku penaber venegerin ser axa xwe û gel bi awayekî azad jiyan neke ev berxwedan berdewam bike. Ez vê baweriyê de me ku ev hêrsa gelan dê faşîzmê bifetisîne û xiyanet dê bê têkbirin. Dîsa hêzê komploger îro bi tena xwe li holê maye. Divê firset ji vê re nê dayîn. Ez bang dikim divê kesekî/ê nekeve nava sistahiya û xefleta. Nebêjin hinek hevpeyman çêdibin û dê hinekî me rizgar bikin. Hêza ku dikare vê faşîzmê têk bibe hêza çewheriye, hêza gelê me ye, hêza dostê me ye, hêza tekoşîna me ya rewa ye. Ji hevîyê rûmettir tiştek nîne. divê tekoşîn wusa bê pêşxistin. Dîsa hêza HPG û YJA-Star di hemû qadan di nava berxwedanekî mezin de ne. Bi rihê Berîtan û Egîdan vê tekoşînê dimeşînin. Ez bi vê mûnasebetê hemû şervanên azadiyê ku hemû çepera de berxwe didin bi hûrmet, bi hijêkirin silav dikim, tekoşîna gelê me silav dikim. Ez bawer dikim ku tekoşîna azadiyê dê serbikeve û faşîzm dê têk biçe.”