SERÊKANIYÊ – Li gorî çavkaniyên xwecihî dewleta Tirk a dagirker tevî komên xwe yên çete yên DAÎŞ û El Nûsra êrîşî gundê Til Diyab ê Serêkaniyê kirin. Êrîş bi çekên giran hate kirin.
Di êrîşê de topên obus û hawanê hatin bikaranîn. Şervanên QSD’ê bersiv dan êrîşan û di encamê de herî kêm 7 dagirker hatin kuştin. Tê gotin ku ji dagirkeran gelek hatine kuştin û birîndar bûn.