NAVENDA NÛÇEYAN – Dewleta tirk a dagirker bi çeteyên xwe yên Cehbet El-Nusra û DAIŞ’ê ji 9’ê Cotemha 2019’an û vir de êrîşî Rojavayê Kurdistanê dikin. Li dijî êrîşên dagirker Şervanên QSD bi çarçoveya “Berxwedana Cenga Rojava” çalakiyên bi bandor lidar dixin.
Ragihandina YPG’ê dîmenên ji kêliyên berxwedana şervanan li gundê Tewila ya ku 10 km ji bajarê Til Temir ê dûre û li ser rêya Duali ango M4 e weşandin. Tevî hevpeymana agirbestê artêşa tirk a dagirker û çeteyên wê êrîşî gundên Serêkaniyê, Girê Spî û Til Temîrê dikin. Di çarçoveya parastina rewa de QSD’ê bersivê xurt didin çeteyan û wendahiyê mezin bi çeteyan didin jiyan kirin.