SILÊMANÎ – Xwendekarên li Saholeke ji bo boykotkirina malê Tirkî belavok belav dikirin, bi bahaneya destûr ne girtine ji aliyê asayîşa Silêmanî ve hatin binçavkirin.
Boykotkirina malê Tirkî her diçe li tevahî Başûrê Kurdistanê berbelav dibe. Xwendekarên zanko bi armanca bihêzkirina boykotê, di saetên êvarê de li Saholekeya Silêmanî, belavokên ji bo boykotkirina malê Tirkî belav kirin.
Li gorî agahiyên ku bidest me ketiye Asayîşa Silêmanî bi bahaneya ku xwendekar, destûra belavkirina belavokan negirtine binçav kiriye.
Têgotin xwendekarên zanko yên hatine binçavkirin, Arî Ehmed, Merziye Ehmed û Cîgir Mihemed e.