NAVENDA NÛÇEYAN – YXK û JXK’ê bi daxuyaniyeke nivîskî bi bîr xistin ku dewleta Tirk ji 9’ê Cotmehê ve hewl dide li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Kurdan qir bike û destnîşan kirin, “Armanca dewleta Tirk tinekirin û qirkirina Kurdane. Ji vekişîna leşkerên emerîkî û ji bêdengiya dewletên NATO rê ji bo êrîş û dagirkerên Erdogan û çeteyên wî re hate vekirin. Erdogan dixwaze axa xwe berfire bike û gelê rojava koçber bike.”
Di daxuyaniyê de hate gotin, “Her çiqas dewleta tirk bi çekên xwe yên giran êrîş bike, hêzên QSD û gelên Rojava bi berxwedaneke mezin û dîrokî li ber xwe dide. Li her derê cîhanê berxwedana rojava deng daye. Ji bo rewşa Rojava bê ber çav, her roj bi deh hezaran mirov li qadan li dijî dagirkerên çeteyên tirk protesto dikin. Pêwiste kû dengên me bigihîje tevahiya cîhanê. Çalakiyên me dibe hêvî û hêz ji bo gelên Rojava. Divê em wek ciwan hêza xwe bikin yek û ji bo Berxwedan û Aşîtiya Rojava dest bi çalakiyan bikin. Divê êrîşên dagirkerî yên li dijî gel bi ti rengî neyên qebûlkirin û her ciwan li her qada ku lê be bi berpirsyariya pêşengiyê û rihê şoreşgeriyê tevbigere.”
Di daxuyaniyê de bang ji bo çalakiyên ji bo Rojava hate kirin û hate gotin, “Em wek YXK û JXK bang dikin: Hûn jî di 2’ê mijdarê de tevlî meşên ji bo berxwedana Rojavayê bibin. Li kuderê çalakî hebin, tevlî bibin û dengên xwe ji bo Rojava bilind bikin. Rojava ne tenê ji bo gelê Kurd pêwîste, Rojava bûye nîşenaya wekhevî, ekolojî û jiyana azad.”