QAMIŞLO – Da ku êrişên li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, koçberkirina bi sed hezaran sivîlên ji bajar û gundewaran wê ku di encama topbaran û bikaranîna çekên qedexekirî de neçar man ji malên xwe derbikevin, şermezar bikin, îro bi hezaran şêniyên bajarê Qamişlo û koçberên ji Serêkaniyê meşek li naverasta bajêr li dar xist û tê payîn ku dê ber bi navenda NY’yê ya li bajêr ve biçin.
Şêniyan pankartên bi nivîsên “QSD vîna me ye, hevpeyman li dijî vîna gelan û red dikin” hilgirtin û her wiha sidriyên spî ku li ser bi 3 zimanên erebî, kurdî û suryanî hatine nivîsandin ” Serêkaniyê dîrok e, na ji dagirkeriya Tirkiyê û na ji qirkirinê re” li ber xwe kirine.
Girseya gel bi dirûşmên şermezarkirina dijminatiya dewleta Tirk ber bi navenda NY`yê ve diherikin.
Komîteya dispilînê diyar kir ku girseya gel dê li pêşiya navendê konê çalakiyê vegire.