GIRÊ SPÎ – Şervanên QSD’ê bersiva êrişan dan û di encamê de 6 çete hatin kuştin û yên din jî reviyan. Cenazeyê çeteyekî di qada şer de ma û li ser wî kelanşîkov û 3 telefon hatin rakirin.
Her wiha dema çete bi paş de reviyan, mayînek bi erebeya çeteyan ve teqiya û di encamê de, kuştî û birîndarên çeteyan çêbûn. Lê hejmara wan ne diyar e.