NAVENDA NÛÇEYAN – Navenda Ragihandinê ya QSD’ê bi daxuyaniyeke nivîskî encamên êrîşên dagirkerên dewleta Tirk û bersiva şervanên wan a li dijî dagirkeran eşkere kir.
Daxuyanî wiha ye:
“Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê bi teknîkên xwe yên şer êrîşên xwe didomîne. Her wiha piştî vekişîna hêzên me ji herêmên ku li ser hatibûn lihevkirin, artêşa Tirk a dagirker êrîşên xwe bêtir û gûrtir kirin, agirbestê jî her binpê dike. Hêzên me jî di çarçoveya parastina rewa da bersivê didin êrîşên dagirkeriyê.
ENIYA NAVBERA SERÊKANÎ Û DIRBÊSIYÊ
Li gundê Derdara, Morîkis û Bab El Xêr, artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê bi bi çekên giran, tang û balafiran êrîş kirin. Di bersivê de 3 tang, 3 panzêr, 6 tirimbêlên leşkerî hatin rûxandin û 40 çete û leşker hatin kuştin.
Di şerê van gundan de 11 şervanên me bi lehengî şehîd bûn.
ENIYA NAVBERA TIL TEMIR Û SERÊKANIYÊ
Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê li gundên Bîr Nûh, Til Diyab û EsedIYê bi çekên giran, tang û balafiran êrîş kirin. Di encama bersivdayînê da 2 tirimbêlên doçka yên barkirî hatin rûxandin û 16 çetê û leşker hatin kuştin.
ENIYA KOBANÊ Û EYN ÎSA
Çeteyên artêşa Tirk a dagirker li gundên Qizalî û nêzî rêka diwelî êrîş kirin. Di şer de ku ji ber êrîşê qewimî hejmareke zêde dagirker mirin û birîndar bûn. Her wiha 2 hevalên me birîndar bûn û 3 leşkerên rêjîmê jî birîndar bûn.
Bi giştî êrîşên dagirkeran hatin sekinandin û 3 tang, di encama bersivdayîna hêzên me da 5 panzêr, 2 tirimbêlên doçka yên barkirî û 6 tirimbêlên leşkerî hatin rûxandin û 56 leşker û çete hatin kuştin. Her wiha leşkerekê rêjîmê jIYana xwe ji dest da û 13 leşkerên rêjîmê jî birîndar bûn.
Di şer de 13 hevrêyên me şehîd bûn û 2 jî birîndar bûn.”