GIRKÊ LEGÊ – Bi hezaran şêniyên Girkê Legê û gundewarên wê li dijî êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Rojavayê Kurdistanê û herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê û destekdayîna ji QSD`ê re daketin qadan.
Çalakvanan alên QSD’ê, pankartên bi nivîsên “QSD`ê vîna me ye, ji xak û azadiya xwe venagerin, hevpeymanên li dijî vîna gelan, tu carî qebûl nakin” hilgirtin.
Meş ji ber Navenda Ciwanan a navçeyê û di nava diruşmên “Bijî berxwedana QSD’ê, bijî Berxwedana Cenga Rojava” de destpê kir û di nava kolanên sereke yên navçeyê de geriyan.
Meş bi dirûşmeya “Bijî berxwedana QSD’ê piştevaniyê QSD”, bi dawî bû.