QAMIŞLO – Endamên Yekîtiya Jinên Ciwan li bajarê Qamişlo êrîşên dagirker li ser Rojavayê Kurdistanê û êrîşên li dijî jinê bi daxuyaniyekê şermezar kirin û peyama berxwedana dan.
Di daxuyaniyê de wiha hate gotin:
“Îro dewleta tirk a dagirker bi çeteyên xwe êrîşî axa me dike û li dijî jinê êrîşên bêrezî pêk tinin. Dijmin li Serêkaniyê û Girê Spî bi zanebûn hevalê me ê jin dikin hedef. Êrîşên bêexlaqî li hemberî wan dimeşinin. Çawa bi awayekî bêexlaq êrîş birin ser cenazeyê şervana YPJ’ê û hevala me Amara, bi heman awayî Hevrîn Xelef jî şehîd xistin. Niha jî hevala me Çîçek Kobanê bi birîndar dilgirtin û bi awayekî hovane êrîş wê kirin. Wek jinên ciwan em ê li dijî wan êrîşên derkevin û tucarî qebûl nekin. Em ê heta dawî li berxwe bidin. Çawa Avesta Xabûr li Efrînê û Arîn jî li Kobanê dijminê dagirker şikandin em ê jî bi berxwedanê êrîşên dagirkeriyê bişkînin.”