SILÊMANÎ – Xwendekarên ji ber belavokên boykotkirina malê Tirkî, ji aliyê Asayîşa Silêmanî ve hatibûn binçavkirin, serbest hatin berdan.
Civaka Başûrê Kurdistanê weke helwestek li dijî êrîşên dagirkeriya Tirk li dijî Rojavayê Kurdistanê û Başûrê Kurdistanê biryara boykotkirina malê Tirkî dan. Ev helwesta ku bi însiyatîfeke biçûk destpê kir berbelavê hemû civakê bû û bi taybet jî ciwanên Başûr helwesta herî zelal nîşan dan û tevlî xebatên boykotkirinê bûn.
Bi vê armancê şevê din 3 xwendekar weke piştgiriyek ji bo boykotê belavok li ser cadeya Salim a Silêmanî belavok belavkirin. Di dema belavkirina belavokên boykotkirina malê Tirkî de Asayîşa Silêmanî bi hêceta destûr negirtine, her sê ciwanên bi navê Arî Ehmed, Merziye Ehmed û Cêgir Mihemed binçavkiribû.
Li gorî agahiyên ku bidest me ketiye her 3 ciwan îro piştî nîvro serbest hatine berdan.
Dema xwendekar belavok belav dikirin Firoşgehên mezin ên wekî Familli Mall û Macîdî Mall destûr neda di nava firoşgehê de belavok belav bikin.