TIL BERAK – Bi sedan şêniyên navçeya Til Berak û rûspiyên eşîreyên Ereb bi armanca şermezarkirina êrişên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê yên li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê û piştgiriya şervanên QSD’ê meşek li dar xist. Di meşê de hat diyarkirin ku QSD’ê teror û çeteyên DAIŞ’ê ji herêmê têk birin û niha jî careke din li dijî êrişên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê parastina xaka Bakur û Rojhilatê Sûriyê dikin.
Di meşê de pankartên bi nivîsên “Em dev ji welat û azadiya xwe berandin”, “QSD`ê îradeya me ye”, “Lihevkirinên ku ne li gorî berjewendiyên îradeya gelê me bin, wan qebûl nakin” û ala QSD’ê jî hatin hildan.