NAVENDA NUÇEYAN
Piştî êrişên dewleta dagirker a Tirkiyê li ser Rojavayê Kurdistanê, komek ji ciwanên Başurê Kurdistanê destpêkê li ser tora medya civakî dest bi boykot kirina hemû berhemên Tirkî kirin û di demekî kurt de 250 hezar kes beşdar bûn. Ciwanan piştî wê li tevahiya bajar û navçeyên herêma Kurdistanê bi hezaran belavok çap kirin, daketin kolanan û mal bi mal geriyan û daxwaza boykot kirina berhemên Tirkî kirin.
Dikandar û xwediyên marketên mezin berhemên di dikanên xwe de şewitandin
Piştî ku kampanya boykotê li hemû bajar û navçeyan belav bû; xwediyên dikan, market û bazirganên ku berheman ji Tirkiyê distînin weke helwest tevlî pêngava boykotê bûn. Li Hewlêr, Silêmanî, Kerkuk, Kifrî, Kelar, Dûkan, Germîyan û gelek bajar û navçeyên din bi dehan dikandaran, berhemên Tirkî ji bo kompanyayên wan paşde vegerandin û yên ku ne karîn paşde vegerînin jî şewitandin.
‘Naxwazim bi pereyê min çek were kirîn, xuşk û birayên min pê were qetil kirin’
Dikandar Elî Mihemed Reşad kêfxweşiya xwe ji bo pêngavê anî ziman û got; ‘’Helwestekî nîştimanî û welatperweriye. Dibe ku em zererên maddî bibînin ev ji bo me cihê dilgiraniyê nîne. Ez êdî bi tu awayan malê Tirkî nagirim. Naxwazim bi pereyê min çek were kirîn, xuşk û birayên min pê were qetil kirin. Hêvîdarim ku hemû xelkê Kurdistanê tevlî vê pêngavê bibe û em bi hevre aboriya Tirkiyê hilweşînin.’’
Her wiha bi heman armancê Kompanya Dwkane Force ya ku karê dekorasyonê û derî dikir hemû girêbestên xwe yên li gel kompanyên Tirkî dan sekinandin.
Welatiyan geşta ber bi Tirkiyê jî boykot kirin
Di çarçoveya kampanyaya boykota berhemên Tirkiyê, gelek kampanyayên geştuguzare yên Herêma Kurdistanê gelek geştên xwe ji bo welatên ji derve dan sekinandin.
Li gorî agahiyan piştî berfireh bûna kampanya boykotê li herêma Kurdistanê rêjeya geştiyarên ku diçin Tirkiyê ji sedî 85 kêm bûye.
Hat zanîn ku di dîrokên 19, 20 û 21’ê cotmehê de sê seferên balafirên li balafirgeha Silêmaniyê ji bo Stenbolê betal bûne, bi vî awayî her roj seferek ya ber bi Tirkiyê ve tê betal kirin. Geştiyar, seferên xwe yên ber bi Tirkiyê ve betal dikin û diçin welatên din.
Her wiha li navçeya Çoman a girêdayî Hewlêrê ofisa firotina bilêdan ji bo seferên derve, firotina bilêdan ji bo Tirkiyê boykot kir û alaya Tirkiyê ji rêza alên welatên din derxist. Li Silêmaniyê kampanyaya geştiyarî ya bi navê Serko Travel ku salane 638 hezar û 400 dolar bilêd ji bo çûyîn û hatina Tirkiyê di firot, tevlî kampanya boykotê bu.
Çanda Tirkiyê jî hat boykot kirin
Demekî dirêje ku bi rêya rêzefilmên Tirkî li Başurê Kurdistanê çanda Tirkiyê tê bilav kirin, gelê Başur di çarçoveya kampanya boykota berhemên Tirkî de weşandin û temaşe kirina rêzefilmên Tirkî boykot kirin.
Malpera bi navê Kurdsubtitle ku bi zimanê Tirkî jêr nivîsa filman werger dikir xebatên xwe dan rawestandin. Malperê li ser tora civakî belav kir ku li hember êrişên li ser xuşk û birayên me weke helwest, êdî ew bi tu awayan wergera bi zimanê Tirkî nakin.
Piştî belavbûna boykotê bazara berhemên navxweyî geş bûye
Piştî dest pê kirina kampanyaya boykotkirina malên Tirkî, bazara berhemên navxweyî geş bûye û welatî êdî li şûna kirîna berhemên Tirkî û Îranî berhemên navxweyî distînin.
Welatiyên herêmê daxwaz ji hukumetê dikin ku divê li xalên sînoran rê li hatina berhemên Tirkî were girtin û ji bo geşbûna bazara malên navxweyî kampanyaya boykotê weke derfet bi kar bîne û giringiyê bide malên navxweyî.
Heya niha bi zelalî zererê ku gihiştiye aboriya Tirkiyê nayê zanîn lê, tê gotin ku bi milyon dolaran zerer çêbûye.
ÇAVKANÎ: Navenda Lêkolînên Stratejîk a Kurdistanê