DÊRIK – Di 12’ê Cotmehê de çeteyên DAÎŞ’ê yên dewleta Tirk Sekreterya ya giştî ya Partiya Pêşeroja Sûriye Hevrîn Xelef li ser rêya navnetewî hate qetilkirin.
Dayika şehîd Hevrîn Xelef ku bi destê çeteyên dewleta tirk a dagirker bi awayekî hovane hate qetilkirin ji ajansa me re axivî. Dayîka şehîd Hevrîn behsa jiyan û têkoşîna keça xwe kir û bang li tevahî jinên cîhanê kir ku li dijî vê hovitiyê derkeve.
Hevrîn Xelef li bajarê Dêrkê di sala 1983’an hate dinê û ji malbateke welatparêz, ku ji 4 bira û xuşkeke bi navê Zozan ku di nava tevgera azadiyê de şehîd bûbû, yadê Sûad û bav Hacî pêk tê, dayîka Hevrîn bi rêber Ocalan re civiyabû û vê yekê hişt Hevrîn xwedî kesayeteke cihêreng be.
Hevrîn xwendina xwe ya seretayî, navîn û amadehîyî li dibistanên Dêrikê derbas kir û bi jîr û tabatiya xwe dihat naskirin, paşê da ku Fakulteya Çandiyê bixwîne, derbasî bajarê Helebê bûbû û li wir bawernameya Endizyariya Çandiyê wergirt, paşê vegeriya bajarê Dêrikê.
Bi destpêkirina Şoreşa Rojava re anku di 19’ê Tîmeha 2012’an re Hevrîn beşarî nava kar û xebata şoreşê bû û bi erka rêxistina ciwanan kir, paşê bi erka rêxistinkirina saziyên Civaka Sivîl rabû û ji wir jî bû Rêvebera Meclisa Aborî ya bajarê Qamişlo.
Heta demê kar û xebata aboriya herêmê da meşandin û dema Rêveberiya Xweser a Demokratîk di 21’ê Kanûna Duyem 2014’an hate ragihandin, saziyên Rêveberiya Xweser a Demokratîk ên li Cizîrê hatin avakirin, Hevrîn bû cîgira Desteya Enerjiyê ya kantona Cizîrê, her wiha 2015’an dema çend desteyên Rêveberiya Xweser bûn yek, Hevrîn di encama hilbijartinan de bû hevseroka Desteya Aborî ya Cizîrê û roleke aktîf di desteyê de lîst û ji kar û xebata aborî ya herêmê bû bersiv.
Hevrîn erka xwe ya şopandina qada aborî ya herêmê berdewam kir û hewl da hemû pêwîstiyên welatiyan bi cih bîne, heta 2018’an derbasî qada siyasî bû û hewl da bi welatiyan re Partiyeke ku hemû gelê Sûriyî bîne gel hev ava bike.
Dema Kongreyê Damezrîner ê Partiya Sûriya Pêşerojê, di 27’ê Adara 2018’an li bajarê Reqayê û bi beşdariya komên siyasî, Kurdî, Erebî, Sûryan, şêxên eşîran ên Bakurê Sûriyê û endamên partiyan hate lidarxistin, Hevrîn Xelef ji ber ku bi çalakiyên xwe yên pêşxistin û garantiya mafan dihat naskirin, bû Sekretêra Giştî ya partiyê.
Hevrîn xwedî bîr û bawerî bû ku aloziya Sûriyê ya siyasî dê bi şer neyê çareser kirin û di salvegera 8’mîn a Şoreşa Sûriyê anku di 15’ê Adara 2019’an wiha parve kir “Em niha 8 salên şoreşê li pey xwe dihêlin, ku veguherî aloziyê û paşê bû ji berdêla daxwazên sereke yên gelê Sûriyê veguherî şerê li dijî terorê.Aloziya Sûriyê bû sedema koçberkirin û awartiya gelê Sûriyê û di encamê de bûn qurbaniyên aloziya ku hêj berdewam e û çareya siyasî jî nehatiye danîn.”
Hevrîn bi berdewamî digot, çareseriya aloziya Sûriyê bi destê gelê Sûriyê de, ev jî bi rêya diyalogên Sûrî-Sûrî re misoger e û hemû gelê Sûriyê li ser vê yekê li hev dikin, her wiha civak di hemû qadan de dest bi xwerêxistin kirinê dikin û çarenûsa xwe diyar dikin.
Hevrîn têkoşîna xwe ya siyasî û çalakiyên xwe bi rêya hevdîtina bi hemû civakê û aliyên siyasî re, da ku aloziya Sûriyê çareser bikin berdewam kir.
Paşê dema êrîşên dewleta Tirk ên li ser hemû herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ku 9’ê Cotmehê de hate destpêkirin û DAIŞ da ku ewlehiya herêmê têk bibe ketin hereketê de û 11’ê Cotmehê de dema Hevrîn berê xwe da rêya diwelî ya bajarê Qamişlo ji aliyê çeteyên DAIŞ’ê hate armanckirin û gihaşt asta şehadetê.
Di pêvajoya şoreşê de Hevrîn keça bajarê Dêrikê bê westandin têkoşîna xwe berdewam kir û di demên herî zehmet de bû mînek ji civakê re.