TIL TEMIR – Di 9’ê Cotmehê dema êrîşên li ser Rojavayê Kurdistanê û Bakur Rojhilatê Sûriyê destpê kirin, bi rejîma Sûriyê lihevkirin derbarê cihkirina leşkerên wan li ser xetên sinor pêk hat. Di êrîşên çeteyên dewleta tirk a dagirker de 5 leşkerên rejîmê birîndar bûn.
Di saetên evarî ku çeteyan dagirker êrîş birin ser gundê Erîşa ê di navbera Serêkaniyê û Til Temirê de 5 leşkerên rejîma Sûriyê birîndar bûn. Ev leşkerên birîndar rakirin nexweşxaneyên girêdayî Rêveberiya Xweser a li Til Temir û Hesekê û ji aliyê doxtorên Heyva Sor a Kurd ve hatin tedawî kirin.
Di heman rojê de di saetên serê sibehê de li gundê Qizali ê di navbera Kobanê û Eyn Îsa de di êrîşên çeteyên tirk ên dagirker de 3 leşkerên rejîma Sûriyê birîndar bibûn.