ŞIRNEX – Piştî Wezîrê Karên Hundir Hevşaredarên Cizîrê Mehmet Zirig ji peywirê dûr xist, li şûna wî Qeymeqamê Cizîrê Davut Sînanoglu wekî qeyûm tayînî Şaredariya Cizîrê kir.
Wezîrê Karên Hundir piştî qeyûm tayînî şaredariyên Bajarê Mezin ên Amed, Wan, Mêrdîn û şaredariyên Colemêrg, Gever, Nisêbîn, Pasûr, Qereyazi, Bismil, Karaz, Peyaz û Erdîşê kirin, vê carê qeyûm tayînî Şaredariya Cizîrê kir.
Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) di hilbijartina rêveberiyên herêmî ya 31’ê Adarê de şaredarî bi ji sedî 77 dengan girtibû. Di saetên serê sibê de dîsa qeyûm tayînî Şaredariya Cizîrê kirin. Polîsan der û dorê avahiya şaredariyê bi bariyeran û maşîneyên zirxî girt û rêyên diçin şaredariyê li çûn û hatinê girt. Piştre li şûna Hevşaredarê Cizîrê Mehmet Zirig , Qeymeqamê Cizîrê Davut Sînanoglu wekî qeyûm tayînî Şaredariya Cizîrê kir. Qeyûm Davut Sinanoglu di bin dorpêça polîsan de hat avahiya Şaredariya Cizîrê.