SERÊKANIYÊ – Artêşa Tir a dagirker û çeteyên wê DAIŞ û El-Nusra êrişî, gundên Bab Xêr, Bab Ferec, Dawudiyê, Um Xêr, Um Işbê, Um Erit û Inegil Hawa yên girêdayî navçeya Zirganê ya herêma Serêkaniyê, kirin. Şervanên QSD’ê bersiveke tund dan û şerekî giran di van kêliyan de heye. Di şer de gelek kuştî û birîndarên çeteyan hene.