NAVENDA NÛÇEYAN – Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê ji Cebheta El-Nusra û DAIŞ’ê êrîşên li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê tevî biryara agirbestê didomîne. Şervanên QSD’ê jî di çarçoveya mafê parastina rewa de parastina herêmê û şêniyên wê dike.
Êrişên berfirhe li dijî gundewarên Zirgan û sûcên nû yên çeteyên dewleta Tirk
Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê duh êrişî gundê Mezret Hemdûş, Dawudiyê, Dirdara, Sikeriyê, Mibarkiyê, Medba û Mêrikês ên girêdayî navçeya Zirganê ya herêma Serêkaniyê kir. Şervanên QSD’ê bersiva êrîşan da. Di encama wê de zêdeyî 24 çete di navde 8 serçete hatin kuştin. Şervanan du erebeyên leşkerî yên artêşa dagirker teqandin her wiha panzêreke artêşa Tirk a dagirker li gundê Bab Xêr ê navçeya Zirganê, teqandin.
Her wiha artêşa Tirk a dagirker duh li gundê El-Dibiş ê di navbera navçeya Zirgan (Ebû Rasên) û navçeya Dirbêsiyê de 3 kes infaz kirin.
Her wiha hejmareke ji endamên artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê li gundê Til Emran ê navçeya Zirgan a herêma Serêkaniyê hatin kuştin û artêşa Tirk birîndarên xwe ber bi Tirkiyê ve, birin.
Artêşa Tirk a dagirker gundê El-Erîşa ê girêdayî navçeya Til Temirê bi awayekî dijwar da ber tank û topan. Bi vê yekê jiyana sivîlên di gund de rastî xeteriyeke mezin tê. Her wiha gundê El-Hilwa û Simoqa bi dijwarî ji aliyê artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê ve hat topbarankirin.
Di encama êrişên artêşa Tirk a dagirker û çeteyê wê ji Cebhet El-Nusra û DAIŞ’ê li dijî gundê Um Işbe yê girêdayî navçeya Zirganê ya herêma Serêkaniyê û gundê El-Erîşa yê navçeya Til Temirê 12 leşkerên hêzên rejîma Sûriyê, birîndar bûn.
Çeteyên bi navê ketîbeya Şehîdên El-Beyada dîmenek belav kir ku çawa bi cenazeyê du leşkerên rejîma Sûriyê dilîzin û yek ji çeteyan dibêje.”Ev …..Beşar El-Esed in” û bi lingê pihîna li cenazeyê dixe.
Girê Spî û Eyn Îsa
Li gundê Kîna yê girêdayî bajarê Girê Spî 6 çeteyên artêşa Tirk a dagirker hatin kuştin û 5 jî birîndar bûn. Her wiha artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê gundê Firîhan ê bakur rojavayê navçeya Eyn Îsa bi çekên giran topbaran kir.
Li gundê El-Erîda yê bakurê Eyn Îsayê çeteyên artêşa Tirk a dagirker du welatiyên ji gund, kuştin.
Şervanên QSD’ê bersiva êrîşên artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê li dijî gundekî Girê Spî da û di encama wê de şer derket û zêdeyî 6 çete hatin kuştin û erebeyeke leşkerî hat teqandin û şervanan çekeke û telefon, girtin.
Partiya Yekîtiya Demokratîk a Kurd Sûrî(PDKS) îşaret bi piştgirtiya xwe ji QSD’ê re kir û diyar kirin ku ew bi hêvî ne ku fedrasyona Rûsî di hevpeyman û lihevkirinên der barê çareseriya siyasî ya bi Şamê re, ku bi rêya diyalog, pabendiya ji xalên hatine ragihandin pêk were, bi ser bikeve.
Her wiha Berpirsê Karûbarên Rojava rojnameger Bozo Gondî nêrîna xwe anî ziman û got, berxwedana Bakur û Rojhilatê Sûriyê, yekîtiya gelê Kurd ava kir û li dijî faşîzma dewleta Tirk di cîhanê de deng veda.
Di heman demê de Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê, dest bi çêkirina kampan ji koçberên Serêkaniyê yên ku neçar man ji malên xwe derbikevin kirin û endamê komîteya amadekar diyar kir ku di kamp de dê zêdetir 3 hezar malbat hebe.
Rojname: Tirkiyê fosfor ji Birîtaniyayê wergirt
Rojnameya Sanday Times a Birîtanî diyar kir ku ne pêkan Tirkiyê xwedî fosfora spî be, her wiha ragihand ku Birîtaniyayê madeyên leşkerî firot Tirkiyê û di nav de fosfora spî heb.
Rojnameya The National a îmaratî diyar kir ku çeteyên desteka xwe ji dewleta Tirk werdigirin, dîmenê îdîa beyî dadgehkirin û xerabkirina cenazeyan belav kirine.