RIHA – Hevseroka KCD’ê Leyla Guven, bertek nîşanî tayînkirina qeyûm a Şaredariya Cizîrê da û got: “Gel wê xwedî vîna xwe derkeve. Ne pêkane ku hûn vîna gelê Cizîrê teslîm bigirin.”
Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) û Parlamentera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya Colemêrgê Leyla Guven û şendeya pê re serdanên xwe yên li Rihayê dewam kirin. Guven û şandeya pê re, duh li bajêr Rêxistinên Civaka Sîvîl ziyaret kirin û çûbûn serdana malbatên endamên partiyê yên di 21’ê Cotmehê de hatibûn girtin. Şandeya HDP’ê, di ketina avahiya HDP’ê ya Pirsûsê de, ji aliyê rêveberên partiyê ve hatin pêşwazî kirin. Guven li vê derê axaftinek kurt kir û bertek nîşanî tayînakirina qeyûm a Şaredariya Cizîrê dan. Guven, berteka xwe wiha anî ziman: “Vî gelî tu carî li hemberî we serî ne tewandiye, wê tu carî netewîne.”
‘HÛNÊ NEKARIN VÎNA GELAN TESLÎM BIGIRIN’
Guven, da zanîn ku bi qeyûman hewl didin berxwedana gel bişkîn in û wiha got: “Gelê Cizîrê li cih û warê Mem û Zinê, tim li ber xwe daye û bi vî awayî derbasî dîrokê bûye. Hûn çi dikin bikin, ev gel wê dîsa xwedî vîna xwe derkeve. Ne pêkane ku vîna gelê Cizîrê bê teslîm girtin. Tayînkirina qeyûman û polîtîyên li wir bi rêve dibin, bêçareseriya wan nîşan dide. Hewl didin bi zilma li kurdan dikin, xwe li ser piyan bigirin.”
Guven û şandeya pê re, pişt re Kooperatîfa Jinan a ji aliyê Şaredariya Pirsûsê ve hat avakirin, ziyaret kirin.