NAVENDA NÛÇEYAN – Ligel agirbesta di navbera Rûsya û Tirkiyê ya di 22’yê Cotmehê de li Soçiyê pêk hat, êrîşên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê, li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê didome.
Agirbesta 150’î saetî ya ku di 23’ê Cotmehê de dest pê kir, îro saet 18.00’an bi dawî dibe. Hêzên Sûriyeya Demokratîk, 27’ê mehê diyar kiribû ku, ewê “hêzên xwe ji nû ve bi cih bikin” û li ser sînor wê “hêzên rejîmê bi cih bibin.”
Lê belê di vê pêvajoya agirbestê de jî êrîşên dagirkeran yên hewayî û bejahî nesekinî û di van êrîşan de gelek welatiyên sivîl û şervan şehîd bûn, gelek jê jî birîndar bûn. Di heman demê de gelek welatiyên sivîl jî, ji aliyê dagirkeran ve hatin revandin û êşkence li wan hate kirin.
Li gor Heyva Sor a Kurd, tenê li herêma Cizîrê di van 150’î saetê agirbestê de ji aliyê dewleta Tirk û çeteyên ve “4 welatiyên sivil hatin qetilkirin, 79 welatî jî birîndar bûn.
Cemîle Hemê, diyar dike ku, di encama êrîşên dewleta Tirk yên 9’ê Cotmehê destpê kirî û heta 27’ê Cotmehê de tenê li herêma Cizîrê hezar û 32 kesên sivîl birîndar bûn, 202 kes jî şehîd bûn. Cemîle Hemê diyar dike ku, ji wan 1032 birîndaran 65 jê zarok û 147 kes jî jin in; ji 202 şehîdan jî 8 jê zarok, 20 jî jin in.
Li gor daneyên ber destan bîlançoya agirbestê ya 5 rojan wiha ye:
23’ê COTMEHÊ:
Dagirkeran êrîşî bejahiyên Serêkaniyê, Dêrik, Kobanê û Eyn Îsa kirin. Êrîşê bi taybetî bi balefirên keşfê hate kirin. Di van êrîşan de 16 şervan şehîd ketin, 13 şervan jî birîndar bûn.
Li gor bîlançoya QSD’ê; di çarçoveya parastina rewa de herî kêm 50 çete hatin kuştin.
24’ê COTMEHÊ:
Dagirkeran êrîşî gund û gundewarên Serêkaniyê, Kobanê, Dêrik, Amûdê, Dirbêsiyê û Eyn Îsa kirin. Di van êrîşan de 3 şervan şehîd ketin, 4 şervan birîndar bûn.
Li gor bîlançoya QSD’ê; di çarçoveya parastina rewa de herî kêm 31 çete hatin kuştin û 20 çete jî birîndar bûn.
25’ê COTMEHÊ:
Dagirkeran êrîşî gund û gundewarên Serêkaniyê, Kobanê û Eyn Îsa kirin. Êrîşên bi balafirên keşfê û çekên giran de 3 şervan şehid ketin, 4 şervan jî birîndar bûn.
Li gor bîlançoya QSD’ê; di çarçoveya parastina rewa de herî kêm 44 çete hatin kuştin.
26’ê COTMEHÊ
Êrîşên dagirkeran yên li ser bejahiyên Serêkaniyê, Kobanê, Amûdê, Dirbêsiyê û Eyn Îsa domiya. Di van êrîşan de şervanekî QSD’ê şehîd ket û 11 şervan jî birîndar bûn.
Li gor bîlançoya QSD’ê; di çarçoveya parastina rewa de herî kêm 29 çete hatin kuştin.
27’ê COTMEHÊ:
Êrîşên dewleta Tirk ya dagirker û çeteyên wê li ser gundewarên Serêkaniyê, Kobanê û Eyn Îsa çêbûn.
Di êrîşa li dijî Zirganê ya bi ser Serêkaniyê de 3 leşkerên rejîmê mirin û 4 leşker jî birîndar bûn.
Li gor bîlançoya QSD’ê; di çarçoveya parastina rewa de herî kêm 38 çete hatin kuştin.
28’ê COTMEHÊ:
Dagirkeran êrîşên xwe li ser xeta Serêkaniyê, Zirgan, Dirbêsiyê û xeta Til Temir, Serêkaniyê û xeta Kobanê, Eyn Îsa berdewam kirin. Di van êrîşan de 13 şervanên QSD’ê şehîd ketin û 12 leşkerên rejîmê jî birîndar bûn.
Di heman demê de; êrîşên li ser gundê El Erîde yê girêdayî Eyn Îsa ve welatiyên bi navê Mehmud Zahêr (60) û Berho Elo (65) şehîd ketin. Li gundê Dibîş yê di navbera Zirgan û Dirbêsiyê de jî 3 welatiyên sivîl ji aliyê çetên dewleta Tirk ve hatin qetilkirin.
Li gor bîlançoya QSD’ê; di çarçoveya parastina rewa de herî kêm 56 çete hatin kuştin.