NAVENDA NÛÇEYAN – Tabûra Azadiyê ya Entarnasyonal ku ji gelek kom û gelên cuda pêk tê, ji bo berevaniya li Şoreşa Rojava bang kir.
Di daxuyaniyê de hate gotin, “Şoreşa Rojava, di serî de ya Tirkiyê, hevsenga hêzan ya welatên din serûbinî hev kiriye, dilê şoreşa cîhanê ya ku her roj mezin dibe û bandora wê her ku diçe zêdetir dibe, bûye şevçiraxa berxwedanê ya gelên mezlûm”.
Di daxuyaniyê de hate gotin, “Şoreşgerên cîhanê ku berevaniya li şoreşa Rojava, berfirehkirina qada wê ji bo xwe mîna peywir û berpirsyariyeke dîrokî dîtine, berê xwe dane Rojhilata Navîn, ji bo ku li eniyan şer bikin, xwîna xwe birijînin û ji bo serfiraziyê bimirin, yek kêliyê jî dudulî nebûne.
Hêzên ku ji Tirkiyê û ji çar hêlên cîhanê ahtine, ji bo ku şoreşê geş bikin, pêş ve bibin, şer mezin bikin û bibin xaka xwe hatine ser xaka Rojava û li vir cih girtine, hewl dane ku keda xwe li şer û şoreşê zêde bikin.
Em ên ku li her bihosta Rojava şer dikin, şehîd dibin û alaya berxwedanê hildidin..
Em ên ku li dijî emperyalîzmê û hêzên herêmê li eniya pêş şer dikin..
Em ên ku li dijî çeteyên DAÎŞ’ê û li dijî êrîşên bi desteka pir cureyî ku dixwazin şoreşê bifetisînin ên ku şer dikin..
Em ên ku şoreşê dijîn, wê di nav damarên xwe û hemû şaneyên xwe de hîs dikin..
Em gelên li Kurdistanê dijîn ku şoreşa Rojava pêk tînin, karkar, çewisandî, jin û şoreşgerên entarnasyonalîst yê ji hemû neteweyan ku di bin alaya YPG-YPJ’ê şer dikin…
Sonda me li wan ên ku beriya me ketine, ji bo nirxên ku beriya me hatine afirandin..
Em Spanyol, Elman, Yewnan, Tirk, Ereb, Ermen, Laz, Çerkez, Arnewit..Em entarnasyonalîst, hêzên şoreşger, rêxistin, kom ên ji çar hêlên cîhanê ji bo ku berevaniyê li şoreşa Rojava bikin, di bin banê Tabûra Azadiyê ya Enternasyonalîst de hatin cem hev.
Gelên çewisandî, karker, kedkar, jin, ciwan, civakên ji bawerî û nasnameyên cuda, ekolojîst, antî-emperyalîst, antî-faşîst, antî-kapîtalîst, demokrat û şoreşger ên ji çar hêlên cîhnaê, ji bo berevaniya li şoreşa Rojava, ji bo zêdekirina destkeftiyan, ji bo berfirehkirina xwîşk û biratiya gelan û şoreşa Rojhilata Navîn û herêmê, em bang dikin ku di bin banê Tabûra Azadiyê ya Entarnasyonalîst de şer bikin û serfiraz bibin.”