BÎELEFELD – Ciwanên li ser banga Yekîtiya Xwendekarên Kurdistanê (YXK) û Jinên Xwendekarên Kurdistanê (JXK) di saetên danê nîvroyê de kom bûn, li waneyên zanista hiqûq û siyasetê ya Zanîngeha Bîelefeldê çalakiyek kirin.
Ciwanên ketin waneyan pankartên bi nivîsa ‘Ji bo Rojava rabe ser piyan’ û ‘Rojava biparêze’ belavok xwendin.
Di belvokan de bal kişandine ser êrîşên qirker û dagirker ên dewleta Tirk a li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, bang li ciwanên Elman hate kirin ku hestyar bin.
Ciwanên ku 5 deqeyen di waneyan de man, xwendekaran jî bi çepikan piştevaniya wan kir.