ÇILAXA – Tevgera Ciwanên Şoreşger û Yekîtiya Jinên Ciwan li navçeya Çilaxa ya herêma Dêrikê li dijî êrîşên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Rojavayê Kurdistanê û herêmên Bakur Rojhilatê Sûriyê meşek bi meşaleyan li dar xist.
Meşa Ciwanan ku ji dewara polîsê trafîkê destpê kir bi berzkirina sloganên wek “Bijî Serok APO”, “Bijî Berxwedana Rojava” û “Bijî YPG-YPJ-QSD” heya dewara şehîd Mahsum berdewam kir.
Ciwanan di çalakiyê de helwesta xwe li dijî dagirkeriyê nîşan dan û gotin ew ê axa xwe ji dagirkeriya osmanî ya Erdogan û çeteyên wî biparêzin. Çalakî bi slogana “Bimre faşîzma Erdogan” bi dawî bû.