DIRBÊSIYÊ – Bi dehan Ciwanên Başûrê Kurdistanê ku tevlî seferberiya ji bo Rojavayê Kurdistanê bûne, cihê xwe di nava mewziyên Berxwedana Cenga Rojava ên li Dirbêsiyê de digrin. Ciwanên ku li dijî êrîşên dagirker ên dewleta tirk a faşîst tevlî berxwedanê bûne, bersiv dan pirsên Nûçegihana me Canê.
Ciwanê bi navê Rênas Cudî diyar kir ku ew amade ye xwîna xwe ji bo axa xwe bide ev tişt anî ser ziman: “Dewleta tirk a faşîst bi şer gefên dagirkeriyê li me dixwe. Dixwaze bi riya şer welatê me dagirker bike. Em jî dibêjin ku em ticarî li hemberî wan gefan bêdeng namînin. Ger pêwîste bike em ê şer bikin û xwîna xwe ji bo vê axê bidin.”
Egîd Şerker ku di mewziyên herî pêş cihê xwe digre ev bangawazî li Ciwanên Kurdistanê kir: “Bang min ji bo tevahî Kurdan û taybetî ciwanên Kurdistanê ew ku werin Rojava û ji bo parastina welatê xwe şer bikin. Dagirkerî li kiderê Kurdistanê hebe, pêwîste Kurd li dijî vê derkeve. Ez jî wek Ciwanekî ji Başûrê Kurdistanê hatime Rojava ji bo li dijî faşîzma dewleta tirk şer bikim û axa xwe biparêzim.”
Ciwanê ji Başûr bi navê Berxwedan Silêmanî jî armanc û sedemên beşdarbûna xwe ya nava refên Berxwedanê bi wan gotinan anî ser ziman: “Bi hêstên xwe ê netewî em ji Başûrê Kurdistanê hatin tevlî seferberiyê bûn. Em hatin beşdarî vê berxwedanê bibin. Li dijî xwînrijandina Kurdan, topbaranan, bikaranîna bombeyên kimyewî û qetlîamên li dijî gelê me, em wek şervanên ji Başûrê Kurdistan hatin ji bo parastina gelê xwe bikin. Em cudahî naxin navbera Kurdên ji her hêlên Kurdistanê, Kurd her Kurde. Ji bo parastina welatê xwe jî em ê heta dawî şer bikin û amade ne ji bo vê yekê şehîd bikevin.”