GIESSEN – Ciwanên Kurd û enternasyonalîst di bin çerçoveya hemleya Nehêle li bajarê Elmanyaya Giessenê çalakiyên blokekirinê pêk anîn. Ciwan di kolana ’Grüneberger’ de trafîkê dan sekinandin. Bi vê awayî ciwan dixwazin bal bikşînin ser êrîşên dewleta Tirk li ser Rojava.
Di çalakiya xwe de ciwan belavok jî belav kirin. Di belavokê de agahiyên dawî ji Rojava û şera qirêj ya Erdogan hatin eşkere kirin.
Çalakî ji navenda Giessenê heta zaningeh hate domandin. Hin kes jî wekî piştgirî di dema meşê de tevlî çalakiyê bûn.