WAN – Yekîneya Tolhildanê ya Şehîd Savaş bîlançoya çalakiyên heftaya dawî eşkere kir. Yekîneya Tolhildanê ya Şehîd Savaş ragihand ku wan ji bo komkujî û êrîşên dagirker ên dewleta Tirk a faşîst ên li ser Kurdistanê protesto bikin 14 caran çalakî kirine.
Têkilî çalakiyan ev agahî hatin dayin:
“* 17’ê Îlonê li taxa Şabaniyê ya Artemêtanê ya Wanê rê li trafîkê hate girtin.
* 23’yê Îlonê li taxa Sihke ya Rêya Ermûşê ya Wanê dema ku trên derbas dibû, çalakiyeke bi Bombeya Destean Çêkirî li şivên trênê hate kirin, ziyan giha şivan û trên ji bo demeke kurt sekinî.
* 3’yê Cotmehê li li kuçeya Edremîya berê ya li navçeya Artemêtanê mala qorîciyê bi navê F.Ç hate şewitandin.
* 3’yê Cotmehê yekîneyên me li taxa Cevdet Paşa a Artemêtanê bi ser kavilekê de girtin ku li wir madeyên hişbirê dihatin bikaranîn û firotin û derb li wan kesan dan ku madeyên hişbirê difirotin.
* 11’ê Cotmehê li taxa Şafakê ya Artemêtanê yekîneyên me lastîk şewitandin û rê girtin. Dema ku dijmin hatî qade çalakiya bi Bombeyên Destan Çêkirî (BDÇ) û fîşekên hewayî hatin kirin.
* 12’ê Cotmehê li taxa Xaçortê ya Artemêtanê li dijî dijmin çalakiya bi BDÇ’ê û fîşekên hewayî hate kirin.
* 14’ê Cotmehê li taxa Yenî ya Artemêtanê lastîk hatine şewitandin û rê hatine girtin, li dijî dijmin çalakiya bi fîşekên hewayî û molotofê hatiye kirin.
* 17’ê Cotmehê li taxa Yenî ya Artemêtanê, li Şafak, Duzyol û Gundogduyê bi hevdemî çalakiya girtina rê û fîşekên hewayî hate kirin.
* 19’ê Cotmehê li Sihkê ya Rêya Ermûşê yekîneyên me BDÇ avêtin ser dijimn, dijmin jî li derdorê reşandiye.
* 20’ê Cotmehê li taxa Yeniyê ya Artemêtanê li dijî mala qoriciyekî çalak çalakiya bi fîşekên hewayî hatiye kirin.
* 23’yê Cotmehê li taxa Yenî ya Rêya Ermûşê rê li trafîkê hatiye girtin û propaganda hatiye kirin.
* 24’ê Cotmehê li taxa Sihkê ya Rêya Armûşê li dijî konvoya dijmin ku berevaniyê li wê trênê dikirin ku turîstên Îranî û leşker tê de bûn, çalakiyeke bi BDÇ’yê hatiye kirin, windahî û birîndarên dijmin diyar nebû, trên demeke dirêj sekinî ma.
* 25’ê Cotmehê li taca Cevdet a Rêya Ermûşê li dijî mala ku bi navê Sari Ev dihate zanîn çalakiyeke bi BDÇ’yê hate kirin, ku li vê malê madeyên hişbirê dihatin firotin û bi destê dewletê ciwanên Kurd dixin nav çirava madeyên hişbirê.
* 27’ê Cotmehê li taxa Şabaniyê ya Artemêtanê çalakiya bi BDÇ’yê li dijî malekê hate kirin ku bi AKP’ê re tevdigeriyan û xizmeta dijmin dikirin.”