AMED – Leşkerên dagirker di operasyona eskerî ya li herêma Farqîn û Hênê de bi ser malan de girtin û 5 kes binçav kirin.
Li gundên çoltera navçeyên Farqînê û Hênê yên Amedê di 26’ê cotmehê de bi beşdariya yekîneyên taybet operasyona eskerî hat destpêkirin. Leşkerên dagirker bi ser malên li gundan de girt. Hat zanîn ku eskeran di serdegirtinê de M.G., Y.Z., S.M., M.T. û M.Y. binçav kirin.
Hat ragihandin ku 5 kesên hatine binçavkirin birine Fermandariya Cendirmeyan a Amedê û operasyona li herêmê hatibû destpêkirin jî bi dawî bûye.