HESEKÊ – Li gundê Esediyê yê girêdayî Serêkaniyê, beriya niha bi saetekê mayîna ku artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê çandibû, teqiya. Di encamê de, du sivîl Hisên Elî Hisên û Merîş Ibrahîm Mihemed birîndar bûn. Her du sivîl niha li nexweşxaneyên Hesekê têne dermankirin.