REQA – Meş li gundê Hikumiyê li bakurê Reqayê hate li darxistin, di meşê de sedan ciwanên Reqayê û gundewarên wê beşdar bûn û dirûşmeyên şermezarkirina sûcên dewleta Tirk û DAIŞ’ê û Cebhet El-Nusra ku li Rojavayê Kurdistanê û herêmên Bakur Rojhilatê Sûriyê pêk tînin, berz kirin.
Ciwan heta gundê Hezîmê ya 5 km dûrî Hikumiyê meşiyan, ciwanan dirûşmeyên silavkirina QSD’ê û berxwedana QSD’ê di Berxwedana Cenga Rojava qêriyan.
Gelek ciwanên Reqayê baweriya xwe bi QSD’ê û şikandina êrişên wan anîn ziman û diyar kirin ku hêza ku DAIŞ bidawî kir, çeteyên ku Tirkiyê wan bi peran dikre nikarin li pêşiya wan bisekinin.
Bi navê ciwanên Reqayê Fîras Mihemed axivî û wiha got: “Rejîma Tirkiyê bi rêya êrişên xwe yên dawîn, ji civaka navneteweyî re diyar kir ku ew hewl dide DAIŞ’ê bide vejandin, piştî têkbirina wê li ser destê QSD’ê.”
Her wiha endamê buroya rêxistina ciwanên Partiya Sûriya Pêşerojê Yeimen El-Omer axivî û da zanîn ku meşa şehîdan dê dewam bike û dê wan bigihîne armancên wan, ew jî azadî û avakirina civakeke demokratîk e, El-Omer şehîd Hevrîn Xelef bibîr anîn û ew weke çavkaniya ronahiyê û hêviyê binav kir.
Meş bi dirûşemyên silavkirina Berxwedana Cenga Rojava û QSD’ê bidawî bû.