ŞIRNEX – Li dijî dagirkeriya qeyûm a li ser şaredariya Cizîrê çalakiyên ku dest pê kiribûn didomin. Îro jî gelê Cizîrê dagirkeriya qeyûm şermezar kir.
Wekîlên HDP’ê yên Şirnexê Nûran Imîr, Hasan Ozguneş û Huseyîn Kaçmaz û hevşaredar Mehmet Zirig û Bêrîvan Kutlu jî di nav de gelek kes li Xaçerêyê hatin cem hev.
HDP’yiyan serdana esnafan kirin. Li kolana Organ Dogan yek bi yek serdana esnafan kirin û têkilî qeyûman gel agahdar kirin.
Dema serdanê gelek caran bi dirûşmeyna hate gotin, “Cizîr a me ye”, “Bijî berxwedana gel”. Şêniyên bajêr jî bi çepik û lîlandinan destek dan û qeyûm şermezar kirin
Imîr axaftineke kurt kir, got ew bi şêniyên bajêr şanaz û serfiraz in, her heftî jî sindoq werin danîn gel wê li vîna xwe xwedî derkeve. Imîr got,”qeyûm tê maneya nasnekirina vîna gel”.
Ozguneş ê HDP’yî jî got, “Qeyûm nehiqûqî ye, talan e û dizî ye”.
Ozguneş her wiha diyar kir ew ê li dijî zextan têkoşîna xwe bidomînin û got,”AKP û MHP bi zextan nikarin xwe xilas bikin. Ên ku zilim kirin çûne ser sergoya dîrokê. Em ê biratiya gelan û jiyaneke birûmet bi têkoşîna xwe ava bikin.”