NAVENDA NÛÇEYAN – Artêşa Tirk ya dagirker û çeteyên wî êrîşî gundên Serêkaniyê û Girê Spî dikin.
Hat ragihandin ku artêşa dagirker ya Tirk û çeteyên wî di van kêliyan de êrîşî gundê Bir Zinar yê Girê Spî dikin. Tê gotin ku li gund hêjmareke zêde sivîl dijîn û metirsî li ser jiyana wan heye.
Ji aliyê din ve artêşa dagirker û çeteyên xwe bi çekên giran êrîşî gundê Til Werdê yê Zirganê ya Serêkaniyê dikin. Hat ragihandin ku topbarana li ser gund dewam dike.
Artêşa Tirk a dagirker bi çekên giran, gundê Til Werd ê girêdayî Zirganê topbaran kir.
Topbaran heta niha dewam dike.